Nexşeya êrişên li ser Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Silêmanî di hedefê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 28ê Sibatê ve heta niha li Herêma Kurdistanê 843 êrişên bi mûşek û balafirên bêmirov hatine kirin.

Hat ragihandin ku 63 ji van êrişan piştî peymana agirbestê pêk hatine.

Li gorî amarên ku Rûdawê kom kirine, ji 28ê Sibatê ve ku wekî destpêka alozî û pevçûnên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de tê qebûlkirin, li seranserê Herêma Kurdistanê bi sedan êriş hatine tomarkirin.

Di encama van êrişan de 20 kesan canê xwe ji dest daye û 126 kes jî birîndar bûn.

Êrişên dawî yên li Herêma Kurdistanê

Di demên dawî de hinek ji wan êrişên ku hatine tomarkirin wiha ne:

10ê Gulanê: Li Geliyê Alanê yê Hewlêrê 3 mûşek li baregeha partiyeke Rojhilat ketin.

8ê Gulanê: Li Hewlêrê kampa Cejnikanê bi mûşekekê hat hedefgirtin.

6ê Gulanê: Li sînorê herêma Balîsanê ya Hewlêrê 4 mûşek avêtin baregeha partiyeke Rojhilat.

6ê Gulanê: Li Kampa Sûrdaşê ya Silêmaniyê 2 êrişên bi balafirên bêmirov hatin kirin.

6ê Gulanê: Li nêzîkî Hewlêrê kampa Girdaçalê bi 2 balafirên bêmirov hat hedefgirtin.

2yê Gulanê: Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê êrişeke bi balafirên bêmirov pêk hat.

30ê Nîsanê: Li kampa Azadiyê 5 êrişên bi balafirên bêmirov hatin kirin.

27ê Nîsanê: Li heman kampê 2 balafirên bêmirov û li kampa Sûrdaşê jî 2 balafirên bêmirov hatin bikaranîn.

23yê Nîsanê: Li ser baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi 3 balafirên bêmirov êrişek pêk hat û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

22yê Nîsanê: Li ser kampa Sûrdaşê û baregeha PAKê gelek êrişên bi balafirên bêmirov hatin kirin.

Dabeşbûna êrişan a li gorî parêzgehan

Li gorî amaran, dabeşbûna êrişan a li gorî parêzgehan bi vî awayî ye:

Hewlêr: 573 êriş

Silêmanî: 239 êriş

Dihok: 29 êriş

Helebce: 2 êriş

AMAR

Hat diyarkirin ku ji wan 20 kesên ku canê xwe ji dest daye, 7 ji wan endamên Hêzên Pêşmergeyan ên li Hewlêr-Xelîfanê bûn.

Her wiha karmendekî parastina balafirgehê, du hevjînên sivîl, endamên partiyên Rojhilat û leşkerekî biyanî jî di nav miriyan de ne.

Di nav birîndaran de jî Hêzên Pêşmergeyan, karmendên asayîşê, karmendên parastina taybet, polîs, tîmên parastina sivîlan û sivîl hene.