Helwesta Goran û Komel a derbarê referandûmê de
Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê piştî çend rojan bicivin û helwesta xwe ya derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de eşkere bikin. Berpirsên Tevgera Goran dibêjin: “Bêyî çalakkirina parlamentoyê em ti biryaran nadin.”
Berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Rêbwar Hemed ji Rûdawê re ragihand: “Biryar e çend rojek din Encûmena Siyasî ya Komela Îslamî bicive. Piştî vê civînê emê helwesta xwe ya derbarê referandûmê û herwiha xalên civîna Barzanî ya ligel aliyên siyasî, rabigihînin.”
Derbarê heman mijarê de Endama Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran Awat Şêx Cenab jî got: “Helwesta me zelal e. Em piştgiriyê didin serxwbûnê lê bêyî çalakkirina parlamentoyê ti tiştekî nakin.”
Şêx Cenab herwiha diyar kir: “Pirsa sereke ev e; eger serxwebûn were ragihandin û dewlet were avakirin dê vê dewletê radestê kî bikin? Ev pirs li cem me pir giring e.”
Roja 7ê Hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.
Piştî vê civînê Serok Barzanî bi nivîsîneke fermî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan raspart da ku amadekariyên yasayî yên referandûmê bike.