Fazil Mîranî: Doza gelê Kurdistanê ji postan giringtir e

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Polîtboruya PDKê, Fazil Mîranî ragihand, PDK daxwaz ji hemû partiyan kiriye, ku bi şandeke hevbeş biçin Bexdayê û got, doza gelê Kurdistanê ji postan giringtir e. Mîranî diyar kir, PDK û YNK jî gihîştine rêkevtinê, daku pêkve serederiyê li gel Bexdayê bikin.

 

Fazil Mîranî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Divê em aliyên Kurdistanî pêkve serederiyê li gel Bexdayê bikin. Me pêwnedî bi aliyên din re jî kiriye, daku em hemû pêkve bi şandeke hevbeş biçin Bexdayê”.

 

Mîranî got, nabe ku hêrsbûna ji hev heta hetayê berdewam be, divê hemû aliyên Kurdistanî bi hev re, bi 58 kursiyên xwe ve biçin Bexdayê, û bi vî awayî dikarin bi dengekekî bihêz ji Bexdayê ve mafên Kurd misoger bikin.

 

Sekreterê Polîtboruya PDKê amaje bi wê yekê jî kir, eger ku pirsgirêk li Kurdistanê hatin çareserkirin, ji PDKê re ne giring e, eger ku li Bexdayê ti postan jî wernegire.

 

Derbarê posta serokomariya Iraqê de jî, Fazil Mîranî da xuyakirin, li ser vê mijarê gotina dawî hêj nehatiye kirin, lê belê “doza gelê Kurdistanê ji postan giringtir e”.

 

Mîranî tekez kir: “Dema xwe Amerîka xwast serok Mam Celal nebe serokomar, lê belê serok Barzanî mikur bû û got, em ti deman wê yekê qebûl nakin, divê Mam Celal serokomarê Iraqê be”.

 

Sekreterê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê herwiha diyar kir: “Lê belê me Mam Celaleke din nîne, ku em pêdagiriyê li ser bikin, PDK li ser wê yekê pêdagir dibe, ku posta serokomariyê ji Kurd re be û ew yek ewlewiyeta PDKê ye, çimku her çi qas ku posteke sembolîk e jî, lê giring e li ser asta navdewletî kurdek nûneratiya Iraqê bike”.