Li Erzînganê bûyera trafîkê: 2 kesan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê du barhilgirên ku barên wan madeyên kîmyawî û kelûpelên nav malê bûne, li hev qelibîn û di encamê de her du şofêran canê xwe ji dest da.

Roja Şemiyê 10ê Hezîrana 2023an li ser rêya parêzgeha Erzînganê û navçeya Refahiyê du barhilgirên ku barên wan madeyên kîmyawî û kelûpelên nav malê bûn li hev qelibîn.

Di encama bûyerê de agir bi her du barhilgiran ket. Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tendirûstiyê çûn cihê bûyerê û midexaleya agir kirin. Bi armanca ewlekariyê bo demekê rê hat girtin û çûnûhatin ji yek aliyê ve berdewam kir.

Li gor zanyariyan her du şofêran jî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan.