Li Wanê lehî rabû û ziyanên madî çêbûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payîzava ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, baranek dijwar barî û lehî rabû, av ket gelek malan û herwiha zeviyên çandiniyê dibin avê de man.

Ji ber barana dijwar a ku îro li navçeya Payîzava ya Wanê barî, av bilind bû û bû sedema lehiyê. Ji ber lehiyê av ket gelek malan û ziyanên madî çêbûn.

Her wiha gelek zeviyên çandiniyê dibin avê de man û ziyaneke mezin gihişte cotkarên navçeyê.

Hat zanîn ku tîmên şaredariyê dest bi pakkirina wan taxên dibin avê de mane kirine.