Li Xarpêtê zarokekî 12 salî di golê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, zarokekî 12 salî di Gola Bendava Kebanê de xeniqî.

Doh li nêzîkê gundê Elemiyê yê bajarokê Hoxikê, M.F.A.yê 12 salî ji bo avjeniyê ket Gola Bendava Kebanê û li ber avê çû.

Li ser agahdarkirina malbata wî tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman zarokê 12 salî ji avê derxist û veguhast Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekînê lê ew li nexweşxaneyê mir.

Hat zanîn ku malbat ji bo seyranê çûye wê derê.