Li Efrînê çekdaran gorên Kurdan jî xeraxopan kirine

10-06-2025
Hisên Omer
Gorên ku hatine xerakirin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Gorên ku hatine xerakirin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Efrîn Talan Çekdar Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê şopên çekdarên ku goristan û mal û dikanên Kurdan talan kirine heta niha jî zindî ne.

Gundê Şêxûrzê yê nahiyeya Bilbilê ya Efrînê ye yek ji wan deveran e ku şopên talanê gelekî zindî û darîçav in.

Goristana gundê Şêxûrzê bi destê komên çekdar û Erebên hawirde hatiye xeraxopankirin û rûmeta miriyan jî hatiye şikandin.

Ji bilî goristana gund, mal û dikanên gundiyan jî hatine talankirin û wêrankirin.

“Em hêvîdar in ku em vegerin şûn û warê xwe, şûna bav û kalên xwe”

Ehmed Şêxo şêniyekî Şêxûrzê ye û piştî koçberiyeke dûr û dirêj vegeriya gundê bav û kalên xwe û wî ji Rûdawê re qala talana çekdaran kir:

“Piştî ketina rejîma Esed, rewş li Efrînê hat guherandin. Erebên hawirde ji Efrînê derketin.

Rêjeya derketina Ereban ji Bilbilê bêhtirî ji sedî 95an e. Wekî em dibînin bi derketina wan re wêrankirin, talankirin û xirabkirin e.

Di vê erdê de bi tenê, bêhtirî 300 darên zeytûnê hebûn lê mixabin tenê du darên zeytûnê mane.

Em hêvîdar in ku em vegerin şûn û warê xwe, şûna bav û kalên xwe.”

Hinek agahiyên ku Rûdawê li gund wergirtine wiha ne:

  • Berî dagîrkirinê 150 malbat li gund dijiyan
  • Heta niha tenê 14 malbatên resen vegeriyane gund
  • 100 malbatên Ereb li gund hatibûn bicihkirin
  • Ji dema ketina rejîmê ve 95 malbatên Ereb ji gund derketine
  • Niha 5 malbatên Ereb li gund mane

Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê da zanîn ku ev malbatên mayî, malbatên çekdarên grûpa Siqûr el-Şemalê ne ku ew jî Ebû Nesîb, Ebû Yihiya, Ebû Îbrahîm û Xalid Ebû Fewaz in.

Li gorî heman çavkaniyê, ew ji bo talankirina dahata demsala îsal a zeviyên gund bar nakin.

Ew ji bo her dareke zeytûnan 7 dolaran bi darê zorê distînin û wan dest daniye ser bêhtirî nîvê milkê gundiyan.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Piştî ku rêveberiya Şamê 8ê Kanûna Pêşîn 2024an guherî, hikûmeta Şamê hinek hêzên Ewlehiyê li Efrînê bi cih kirine lê binpêkirin heta roja wekî îro jî didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst