Li Rihayê kesekî ji ber pereyan biraziyê xwe kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî bi tifingê biraziyê xwe kuşt.
Li gor zanyariyan, îro li gundê Gerrayê yê navçeya Kaniya Xezalan di navbera Mesut Kurtê 33 salî û biraziyê wî Îbrahîm Halîl Kurtê 29 salî de ji ber deynan nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de Mesut Kurt bi tifingê gule berda biraziyê xwe û ew bi giranî birîndar kir.
Mirovên Îbrahîm Halîl Kurt ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê cendirme çûn cihê bûyerê.
Cendirmeyan ji bo desteserkirina Mesut Kurtê ji cihê bûyerê reviya dest bi xebatan kir.