Li Wanê motorsiklêt û minîbûs li hev qelibîn: 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê motorsiklêt û minîbus li hev qelibîn û di encamê de 2 kes mirin.

Li ser rêbeja Qelqelî-Ebexê motorsîkletê ku D.E diajot û minîbusa ku S.Ş diajot li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û  îtfaiye çûn cihê bûyerê.

Di kontrola ekîbên tendurisyê ya li cihê bûyerê de hat tesbîtkirin ku kesekê ku motorsîklet dijajot D.E û ji rêwiyan E.E canê xwe ji dest da.