Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva raporteke Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ya derbarê berpirsekî rêxistina tundrewa îslamî ya Ensar El-Îslam da û ragihand: Welîd Yûnis yek ji damezrênerên sereke yê Ensar El-Îslamê di girtîgehekê de li Kurdistanê fermana encamdana teqînekê li navçeya Başîkê daye.
Îro Serokê Komîteya Nirxandin û Bersivdana Raportên Navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva raporteke Rêxistina Lêborîna Navdewletî ya derbarê dosyaya Welîs Yûnis, yek ji serkirdeyên pilebilindên rêxistina Ensar Elî-Îslamê da.
Di daxuyaniyê de ku nusxeyekê wê ji Rûdawê re hatiye şandin, tê gotin: “Welîd Yûnis yek ji damezrênerên sereke yên Rêxistina Ensar El-Îslamê ye û heyamekê li Afxansitanê bûye û li wir Serokê rêxistina terorîstî ya Elqaîdeyê Osama Bin Ladin dîtiye û bo damezrandina rêxistina Ensar El-Îslam ku rêxistineke tundrew e û di kuştina hezaran kesên sivîl de dest heye, rênimayî ji Bin Ladin wergirtine.”
Dîndar Zêbarî ragihandiye, ku roja 17ê Adar a sala 2011an Dadgeha Tawanan a Dihokê biryara 5 sal girtîgehê ji Welîs Yûnis re birrî, lê belê wî ji nav zîndanê ve biryar bo alîgirên xwe yên li Kerkûkê û Mûsilê şand, daku çend teqînên terorîstî li Dihokê pêk bînin.
Zêbarî dibêje: “Welîd Yûnis rola sereke hebûye di teqîna navçeya Başîkî ya ku bi otomobîleke bombekirî û di sala 2013an de pêk hat û di encamê de jî hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.”
Serokê Komîteya Nirxandin û Bersivdana Raportên Navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdisanê dide xuyakirin, ku roja 7ê Adar a sala 2016an Welîd Yûnis li gorî benda 4 a madeya 2 a Yasaya Terorê ya Heêrma Kurdistanê hatiye tohmetbarkirin, û berî ku dema cezayê wî yê pêwendîdar bi rêxistina Ensar El-Îslamê bi dawî bibe, malbatên qurbaniyên teqîna Başîkê gilî li dijî wî tomar kirine û dadgehê biryara dawî ya xwe di vê bareyê de dide.
Di beşeke din a vê bersivdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo Amnesty de hatiye gotin:
“Welîd Yûnis yek ji wan terorîstan e ku gefek mezin li ser asayiş û ewlehiya Herêma Kurdistanê û herêmê jî heye. Pêwîst e dezgehên ewlehiyê berî berdana wî hemû rêkar û tedbîrên pêwîst cîbicî bikin.”
Rêxistina Amnesty di raporta xwe de veguhastina Welîs Yûnis bo zîndana Zerka li bajarê Dihokê û azadnekirina wî piştî derbasbûna salek û 4 mehan bi ser dema cezaya wî ya berê bi karekeî neyasayî û binpêkirina mafên mirovan wesif kiriye.
Li gorî wê rêxistinê, Welîs Yûnis ku bi Ebû Xubeybe tê naskirin, heyamek li Afxanistanê akincî bûye û demekê jî li Îranê bûye. Sala 2000 hatiye girtin û di sala 2010an de hatiye dadgahîkirin û cezayê 5 sal girtîgehê jê re hatiye birrîn, bêyî ku ew 10 salên ku hatiye girtin jê re bê hejmarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse