Li Wanê erdhejeke bi pileya 4.1 rû da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ragihand ku li Tûşba ya Wanê erdhejeke bi pileya 4,1 pêk hat.

Rasatxaneya Kandîlliyê jî mezinahiya erdhejê 4,1 ragihand.

Erdheja ku di saet 12:37an de li navçeya Tûşba ya Wanê 8.20 kîlometre di bin erdê de pêk.

Hat ragihandin ku di erdhejê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.