Galeriya wêneyan

10-07-2023
10 Photos

Amed - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê werzê çinîna zebeşan dest pê kir. Îsal li Amedê li ser 26 hezar û 500 donim erd zebeş hatine çandin.

Her sal di mehên Tîrmeh û Tebaxê de li Amedê werzê çinîna zebeşan dest pê dike. Lê zebeşên bi nav û deng ên Amedê ku tenê li axa bi qûm ya li kêleka Çemê Dîcleyê şîn dibin û giraniya wan digihîje derdora 50 kîloyî di meha Îlonê de tên berhevkirin.

Zebeşên ku di nava berhemên herî girîng ên hilberîna çandiniyê ya bajêr de cih digire, li ser daxwazê ji bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û ji gelek welatan re tê şandin.

Îsal bihayê zebeşan li nav zeviyan bi 5-6 lîreyan tên firotin û li bazaran jî bi 7-10 lireyî tên firotin.

Cotkar dibêjin ku wan îsal ji ber keşûhewayê ji sedî 30 zerar dîtine û li şûna ku ji her donimê 11 ton berhem bînin, ser her donimê 5-6 ton berhem tînin.

 

Wêne: Abdulselam Akinci/Rûdaw