Li Xarpêtê ambulansa ku nexweş vediguhast qeza kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ambulanseke ku nexweşek vediguhast ji kontrolê derket û qeza kir, di qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, ambulansa bi plakaya 29 AAC 381 a ku K.M. diajot û nexweşek û xizmekî wî ji Gumuşhaneyê wergirtibûn û ew dibirin nexweşxaneyeke li Meletiyê.
Ambulans, li ser rêya Xarpêt-Kebanê ji kontrolê derket û li çend darên li kêleka rê û têlên derdora zeviyekê da.
Di qezayê de nexweş û xizmê wî yê pê re birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Her du birîndar veguhastin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.