EFRÎN - Çekdaran gora Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî wêran kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Gora xebatkar û rewşenbîrê navdar ê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî ya li Goristana Henanê ya Efrîna Rijavayê Kurdistanêji aliyê çekdaran ve hatiye wêrankirin.

Gora ku ji bo Kurdan xwedî nirxeke mezin a manewî û dîrokî ye, hîn jî di rewşeke wêrankirî de ye.

Li gorî dîmenan, cihê gora Dr. Dêrsimî û hevjîna wî Ferîde Xanê bi temamî hatiye têkdan.

Dar û berên li derdora gorê hatine birîn û kêla gorê ku nivîs û helbesta wî li ser bûn, hatiye rakirin û windakirin.

Ev kiryara wêrankirinê cara yekem di Tebaxa sala 2018an de ji aliyê komên çekdar ên ser bi opozisyona berê ya Sûriyê ve hatibû encamdan. Tevî ku çar sal di ser bûyerê re derbas bûne jî, ti sererastkirin ji bo gorê nehatiye kirin.

Goristana Henan ne tenê goristanek e; ew wekî semboleke çandî û siyasî ji bo herêma Efrînê tê dîtin, ji ber ku gelek kesayetiyên navdar, siyasetmedar û xebatkarên Kurd lê hatine veşartin.

"Ji gora wî jî ditirsin"

Nivîskarê Kurd Mihemed Hemo amaje bi girîngiya parastina van sembolên neteweyî kir û ev êriş wekî hewldanek ji bo jinavbirina bîra dîrokî ya Kurdan li herêmê bi nav kir û got:

"Di sala 2018an de gava çeteyên Tirkan hatin Efrîn dagir kir, ji beriya hemûyan çûn ew gora nemir Dr. Nûrî Dêrsimî hilweşandin.

Ji ber ku ji mirin û gora wî jî ditirsin. Ji ber ku li ser kêlika xwe nivîsandibû 'Min jî kire pir hawar, da ji bo we rojekê, dinya bibe gulbihar.'"

Dr. Nûrî Dêrsimî kî ye?

Dr. Nûrî Dêrsimî yek ji pêşengên tevgera neteweyî ya Kurd bû.

Ew sala 1892yan li Dêrsimê ji dayik dibe û 1973yan de li Helebê koça dawî dike.

Ew endamê Komela Bilind a Kurd bû û di Serhildana Qoçgiriyê de roleke girîng lîst.

Dêrsimî pirtûka navdar "Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim" nivîsand.

Di wesiyetnameya xwe de, Dr. Dêrsimî xwestibû ku kopiyek ji pirtûka wî û destek axa Dêrsimê bi wî re di gorê de bên veşartin.

Li ser kêla gora wî ya ku niha hatiye rakirin, ev rêzikên ji helbesta wî hatibûn neqişandin:

Li ser vê rêka dijwar

Min jî kire pir hawar

Da ji bo we rojekê

Dinya bibe gulbihar