Girtiyê nexweş ê ji sedî 91 astengdar piştî 11 salan hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê nexweş Hasan Aşa (57) ku ji sedî 91 astengdar e, piştî 11 salan ji Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Sîncanê ya Enqereyê hat berdan.

Li gorî nûçeya MAyê, Hasan Aşa 2013an li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin lê paşê hatibû berdan.

Aşa 2015an bi heman hincetê dîsa hat girtin û 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Tevî ku cezayê wî sala 2022yan bi dawî bûbû jî Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wî 6 mehan dirêj kiribû.

Aşa di dema hepsa xwe de di girtîgehên Amed, Erzirom û Enqereyê de mabû.