Li Dîlokê piştî qezayê bi nav hev ketin: 6 birîndar, 12 desteserkirî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, piştî qezayê alî bi nav hev ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn û 12 kes jî hatin desteserkirin.

Şeva borî li Taxa Beykentê ya Dîlokê di qezayeke trafîkê de 3 otomobîl li hev qelibîn û otomobîlan zerar dît lê ti kes birîndar nebû.

Piştî bûyerê di navbera aliyan de nîqaş derket û her du aliyan bi dar û keviran bi nav hev ketin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Polîsan bi gulereşandina ber bi asman ve û bikaranîna gaza rondikrêj pevçûn rawestand.

Lê belê di pevçûnê de 6 kes birîndar bûn û 12 kes jî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên li Dîlokê.