12 leşkerên Tirkiyeyê çawa mirin?
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser mirina 12 leşkerên xwe daxuyaniyek da.
12 keşkerên Tirkiyeyê 6ê Hezîranê li Başûrê Kurdistanê miribûn û hatibû ragihandin ku ew ji ber gaza metanê mirine.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk hûrgiliyên bûyerê eşkere kirin û got, “Ev bûyer, wekî rewşeke kêmpeyda, nediyar û derasayî pêk hat.”
Zekî Akturk ragihand ku ew leşker li termê Nurî Melîh Bozkurt digeriyan ku 28ê Gulana 2022yan hatibû kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, di navbera 1-5ê Tîrmehê de pêşî bi kûçikên keşfê û pişt re jî ji aliyê Tîmên Tespîtkirin û Rakirina Mayîn û Teqemeniyên Çêkirina Destan (METÎ) ve di qata yekem a şikeftê de çalakiya lêgerîn û pişkinînê hatiye kirin û hatiye tesbîtkirin ku şikeft xwedî avahiyeke gav bi gav e û qateke duyemîn jî heye.
Di daxuyaniyê de behsa roja bûyerê jî hat kirin û ev tişt hatin gotin:
“Di 6ê Tîrmehê de, beriya ku bikevin şikeftê, dîsa bi kûçikê keşfê lêgerîn hat kirin û piştî ku ti rewşa neyînî nehat tesbîtkirin, bi giştî 12 personelên me di 3 koman de (6+4+2) bi navber ketin şikeftê.
Di dema lêgerîna qata duyemîn a ku rojek berê hatibû tesbîtkirin de, li ser lerizîn û jihişçûna personelên me yên pêşiyê, tîma pêwendî û ewlehiyê ya li paş (2 kes) derketin derve û wan daxwaza alîkariyê kir.
5 personelên ku li derve bûn, li ser banga alîkariyê ji bo rizgarkirina hevalên xwe, tavilê ketin şikeftê. Hinek ji wan lerizîn û hinek jî ji hiş çûn.
Pişt re 12 personelên me yên din ên li derve, bi rengê komên du kesî ketin şikeftê û wan hewl da personelên ku ji gazê bi bandor bûbûn derxin.
Ji bilî 7 hevalên me yên li pêşiyê, hemû personelên din ên ku ji gazê bi bandor bûbûn, bi fedakariya hevalên xwe yên di lêgerînê de hatin derxistin û bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê.”
Akturk daxuyan ku 5 ji wan leşkeran tevlî hemû hewlan jî ji mirinê nefilitîne.
"Rêjeya oksîjenê daket ji sedî 19an"
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber ev cara yekem e rewşeke wiha rû dide û ji AFADê û tîmên pispor ên lêgerîn û rizgarkirinê yên Saziya Komira Kevirî ya Tirkiyeyê daxwaza alîkariyê hatiye kirin û bot:
“Di pîvandinên ku ji aliyê tîmên pispor ve hatin kirin de, di şikeftê de gazên karbonmonoksît, metan û hîdrojen sulfîd hatin tespîtkirin.
Piştî ku hat zanîn rêjeya oksîjenê daketiye ji sedî 19an, bi fanan oksîjen hat pompekirin.
Piştî ku asta oksîjenê derket ji sedî 60î, tîmên pispor ên Saziya Komira Kevirî ketin şikeftê û gihiştin termê 7 hevalên me.”
"Angaşta 'maskeyên gazê nebûn' bêbingeh e"
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê her wiha angaştên ku li ser medyaya civakî hatibûn belavkirin red kirin û got:
"Îdiayên ku dibêjin hemû personelên me di heman demê de ketine şikeftê, amûrên wan kêm bûn û maskeyên wan ên gazê nebûn, di şikeftê de hilweşîn çêbûye, xefik hebû, gaza kîmyewî hebû yan jî hevalên me bi şarapnelê şehîd an birîndar bûne, bi temamî bê bingeh in.
Piştî vê bûyera kêmpeyda, bila gumana kesî nebe ku dê tedbîrên zêde bên wergirtin, dersên pêwîst bên derxistin û hemû pêvajo bi hûrgilî bên çavdêrîkirin da ku êşên bi vî rengî ducare nebin.
Ev gotin û naverokên manîpulatîf ên ku teoriyên komployê çêdikin, hewldaneke sîstematîk a dezenformasyonê ye ji bo reşkirin û lawazkirina Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê.”