Di bûyerekê de birayê parêzgarê Dihokê hat kuştin

10-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Ubeyd Subhî

Dihok (Rûdaw) – Li gundê Kanî Gulanê û Sidkê yê nêzî komelgeha Şarya ya girêdayî parêzgeha Dihokê, ji ber şerê devkî şer di navbera du aliyan de dest pê kir. Di encamê de birayê parêzgehê Dihokê û 2 kesên din hatin kuştin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, şerê gulleyan di navbera du aliyan de dirûst bûye. Ji ber wê sedemê birayê parêzgarê Dihokê Dawid Remezan Ertûşî û 2 kesên din (Kur û bav) hatine kuştin.

Rêveberê polîsên parêzgeha Dihokê Tariq Ehmed ji Rûdawê re ew nûçe piştrast kir û got: “Dema ji ber pirsgirêkekê şerê devkî di navbera birayê parêzgarê Dihokê (Dawid Remezan Ertûşî) û aliyê din de dirûst bû, ji ber wê yekê birayê parêzgar û 2 kesên din hatin kuştin.”

Rêveberê polîsên Dihokê wiha got: “Em niha di nava bûyerê de ne, lêkolînê dikin û nikarîn ti zanyariyekî din bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst