Riha - Karkerekî biyanî canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heranê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê karkerekî biyanî ji ser banê kargehê ket xwarê û mir.
Li taxeke navçeya Heranê ya Rihayê karkerekî biyanî yê bi navê Sahar Edhenî yê 40 salî dema li ser banê kargehekê kar dikir ji 10 metre bilindahiyê ket xwarê.
Li ser agahdarkirinê cendirme tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Piştî kontrola tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyer derket holê ku wî karkerê biyanê canê xwe ji dest daye.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Li gorî amarên Tenduristiya Karker û Ewlekariya Kar (ISIG) di tîrmeha îsal de li seranserê Tirkiyeyê 12 ji wan zarok herî kêm 144 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.