FARQÎN - Agir bi daristanê ketibû: Piştî 5 saetan hat vemirandin

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê ku li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê doh êvarî bi daristanê ket, piştî midaxaleya 5 saetan a tîmên Birêvebiriya Daristanan hat kontrolkirin.

Şewat li mezreya Xapayê ya gundê Mala Elikê yê Farqînê derket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û Birêvebiriya Daristanan çûn cihê bûyerê.

Agir, piştî xebateke dijwar a 5 saetan ji aliyê tîman ve hat kontrolkirin.

Li herêmê xebatên sarkirinê berdewam dikin.