Mehmet Zekî Îrmez: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, avakirina komîsyona ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan a li Parlamentoya Tirkiyeyê wek gaveke "erênî" nirxand.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê tekez kir ku ji bo çareseriyeke rasteqîn divê komîsyon bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re bicive.

Mehmet Zekî Îrmez li ser xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bersiv da pirsên Sîma Abxizirê.

Îrmez diyar kir ku gelên Tirkiyeyê bi giştî ji destpêkirina pêvajoyeke nû razî ne û got, “DEM Partiyê û partiyên din ên li ser kevneşopiya wê ne bi salan e ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan û azadiya gelên li nava Tirkiyeyê di çarçoveya demokrasiyê de bang dikirin.”

Mehmet Zekî Îrmez bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji sala 1993yan ve banga diyalogê dike û di hevdîtinên xwe de jî pêşniyar kiriye ku li parlamentoyê komîsyonek were avakirin.

"Em vê gavê erênî dibînin"

Îrmez da zanîn ku her çend wan dixwest komîsyon li ser bingeheke yasayî ava bibe jî, ew vê gavê erênî dibînin û got:
“Me dixwest ev komîsyon li ser bingeha yasayê were avakirin û wisa kar û xebatên xwe bike.

Em dîsa erênî dibînin û pêwîst e her kes erênî nêzîkî vê pêvajoyê bibe. Pêwîst e her kes berpirsiyariyê wergire û ya ku dikeve ser milê wî bike.”

Parlamenterê DEM Partiyê anî zimên ku ew dê wekî çavdêr li xebatên komîsyonê binêrin û got, “Serokê Parlamentoyê jî anî zimên ev komîsyon dê wekî komîsyoneke şêwirmendiyê be.

Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan pêwîst e ew komîsyon berpirsiyariya xwe berfirehtir bike.”

"Dixwazin di nava 2-3 mehan de çareser bibe"

Îrmez hêviya xwe ya ji bo çareseriyeke bilez anî zimên û wiha pê de çû:

“Em dixwazin hema di meha pêşiya me de bi awayekî aştiyane, demokratîk û bi rûmet Pirsgirêka Kurdan were çareserkirin.

Em çavdêriyê dikin û gelek astengî hene, hin aktorên navneteweyî û hin aktorên navxweyî naxwazin ev pirsgirêk çareser bibe. Em dixwazin di nava 2-3 mehan de çareser bibe.”

"Divê Ocalan azad be"

Mehmet Zekî Îrmez şertê sereke yê ji bo serkeftina pêvajoyê bi rola Abdullah Ocalan ve girê da û got:

“Komîsyon divê bi gelek aliyên Tirkiyeyê re hevdîtinê bike, divê komîsyon bi Rêzdar Ocalan re hevdîtine bike.

Hîn jî şert û mercên Ocalan wekî berê ne û tecrîd li ser wî heye. Rêzdar Ocalan ji komîsyonê re jî gotiye ew dixwaze gelê wî azad bibe, ew li azadiya xwe nafikire.

Em wekî sazî, rêxistin û partiyên Kurdan dixwazin Ocalan azad be da ku karibe bi rihetî pêvajoyê bimeşîne.”