SIWÊDA - Durzî daxwaza parastina navneteweyî û birêvebiriyeke xweser dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê xwenîşanderên Durzî ji ber dorpêça hêzên girêdayî Şamê daketin qadan û daxwaza parastina navneteweyî û avakirina rêveberiyeke xweser kir.

Li meydana sereke ya bajarê Siwêdayê, di xwenîşandanê de yekî ji xwenîşanderan alaya Îsraîlê li xwe pêça û yekî din jî bi zimanê Îbranî pankarta "Em daxwaza parastina navneteweyî dikin" bilind kir.

"Bijardeya me ya yekem û duyem û sêyem Siwêda ye"

Yek ji şêxê Rûhanî yê Durziyan Merwan Riziq diyar kir ku daxwaza wan a sereke nenavendîbûn û rêveberiyeke xweser e û got:

“Em daxwaza parastina navneteweyî dikin, ji ber ku cîranên me û hevbeşên me yên li nav welat şûrên xwe li me kişandin û em kuştin.

Em gelekî spasiya Îsraîlê dikin, bijî Îsraîl û Durziyên li Îsraîlê ku piştgiriya me kirin.

Çi kesê bixwaze biçe Şamê dê mirî li ser darbestê biçe, tenê Çiyayê Durziyan û Siwêda warê me ye, bijardeya me ya yekem û duyem û sêyem Siwêda ye.”

"Em daxwaza rakirina dorpêçê dikin"

Xwenîşanderê Durzî Îsam Cafer jî bang li civaka navneteweyî kir û anî zimên:

"Em daxwaza rakirina dorpêça ser xelkê xwe yê Siwêdayê dikin.

Em daxwaza derbaskirina alîkariyên mirovî û xizmetguzariyan dikin.

Çeteyên desthilata Şamê Siwêdayê ji bakur, rojava û başûr ve dorpêç dikin.

Em ji hemû şerefmendên cîhanê dixwazin ku korîdoreke mirovî bo me vekin, çi ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve yan jî ji aliyê Urdunê ve be, ji bo ewlehiya me û dabînkirina pêdiviyên serekî yên jiyana me.”

Li gorî agahiyan, 19ê Tîrmeha borî di navbera serokatiya rûhanî ya Durziyan û hikûmeta Şamê de rêkeftina agirbestê ketibû meriyetê lê roja din, 20ê Tîrmehê, hêzên girêdayî Şamê Siwêda dorpêç kir û dest bi siyaseta birçîkirinê kir.

Ji ber dorpêçê, li parêzgeha Siwêdayê elektrîk, înternet û xizmetguzariyên sereke nînin û êrişên hêzên girêdayî hikûmetê yên li ser gundewaran jî berdewam dikin.