Omer Fetah: YNK dê di hilbijartinan de bi ser bikeve

Silêmanî (Rûdaw) – Cîgirê berê yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê û endamê polîtburoya YNKê Omer Fetah diyar kir ku YNK dê di hilbijartinên vê carê yên parlamentoya Kurdistanê de bi ser bikeve û wiha got: “Baweriya YNKê bi pirralîtiyê heye ji ber wê jî di wê baweriyê de nîne ku hemû kursiyan bidest bixe”.

Endamê polîtburoya YNKê Omer Fetah ku di kabîneya pêncem a hikûmeta Herêma Kurdistanê de cîgirê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bû, di kevana merasima çilemîn roja koça dawî ya helbestvanê navdar Şêrko Bêkes ji Rûdawê re li ser hilbijartinan axivî.

Omer Fetah derheqê rêjeyên dengên YNKê û encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de diyar kir ku YNK dê gelek dengan bidest bixe û wiha axivî: “Her partiya ku bi ser bikeve emê pîrozbahiyê lê bikim lê em piştrast in ku em dê bi ser bikevin.”

Fetah derbarê beşdariya tevgera Gorran di hikûmetê de jî got ku ew bi vê yekê kêfxweş dibin û hez dikin ku hemû di hikûmetê de beşdar bibin.

Li gorî wî endamê polîtburoya YNKê, YNK di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de dê bi ser bikeve û wiha anî ziman: “Em piştrast in bi serkeftina xwe. Emê bibin û baş jî bibin.”

Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê roja 21ê Îlona 2013 tê sazkirin ku 1129 namezd bo bidestxistina 111 kursî hevrikiyê dikin.