Navenda Metro êrîşa ser tîma Rûdawê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Metro ya parastina mafên rojnamevanan, êrîşa ser tîma Rûdawê ya li bexdayê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku pêşiya destdirêjiya li ser rojnamevanan bigre û wan biparêze.

 

Nevenda Metroyê bi daxuyaniyekî ragihand, “Çend endamekî mîlîsî destdirêjî li tîmekî Tora Medyaya Rûdawê kirine, amûrên wan şikînandine û herwiha amûrên weşana zindî jî dizîne.”

 

Navenda Metroyê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku pêşiya êrîşên wiha bigre û maf û canê rojnamevanan biparêze.

 

Duh bi şev li kolana Filistîn a rojhilatê Bexdayê, li parka otomobîlan a NexîlMolê otomobîleke bombebarkirî teqiya bû.

 

Piştî teqînê xwekujekî xwe di nava xelkê de teqandibû û di encamê de 15 kes hatibûne kuştin û 35 kes jî birîndar bibûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê Behmen Hesen ragihand ku hêzên ewlekariyê rê nedane tîma Rûdawê bi awayeke zîndî dîmenên cihê bûyerê veguhezin û herwiha kameraya di destê kameraman de jî şikînandin