ENKS bo referandumê biryar da

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyȇn Encumena Niştimaniya Kurd li Sȗriyȇ (ENKS) îro yekşembiyê civînek li bajarȇ Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê saz kir.

 

Di vê civînê de, ENKSȇ biryar da ku li sȇ bajarȇn cuda yȇn Herȇma Cizȋrȇ ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo piştgirya referandûma Serxwebȗna Kurdistanȇ dest bi kampînên piştgiriyê bikin.

 

ENKSê biryar da, ku li bajarên Qamişlo, Heseke û Dêrikê ahengên taybet bo piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê saz bikin.

 

Endamȇ Sekretariya Giştiya ENKSȇ Muhsin Tahir ragihand, ku ew dê roja 15 vȇ mehê bi mebesta piştevaniya bo referanduma serxwebȗna Başûrê Kurdistanê, 3 ahengan li Dȇrikȇ ȗ Qamişlo ȗ Hesekȇ li dar bixin.

 

Muhsin Tahir got: “Îro civateke taybet a partiyên nava Encumena Kurdî li Qamişlo bû û mebesta vê ev bû, ku em dê çawan bikarin piştgiriya biryara referanduma 25ê vê mehê bikin. Me gihîştin vê biryarê ku em li 3 cihan ahengên mezin çê bikin, li 3 cihên navendî. Cihek li rojhilatê Qamişlo heta Dêrikê, cihek li Qamişlo û li rojavayê Qamişlo heta Hesekê be. Encumenên me yên xwecihî dê wan cihan destnîşan bikin û mijara ku çawan bi rêkûpêkî li ser kar bikin, ew bi xwe dê diyar bikin. Em dixwazin bêjin, ku di 15ê mehê, em dê her sê ahengan saz bikin.”

 

Biryar e referanduma Başûrê Kurdistanê di 25ê Îlonê de birêve biçe û bi vê mebestê jî ji 5ê Îlonê ve dest bi propandayê hatiye kirin, ku dê heta 22ê Îlonê bidome.