10-09-2020
17:00
Mesrûr Barzanî bo Kazimî: Divê mûçeyê fermanberan têkilî kêşeyên siyasî neyê kirin
Mistefa Kazimî û Mesrûr Barzanî
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda li gel kir. Mesrûr Barzanî di civînê de amaje bi wê kir, “Mûçeya fermanberan li Herêma Kurdistanê be yan li navçeyeke din a Iraqê be, mafê rewa yê xelkê ye û pêwîst e têkilî pirsgirêkên siyasî neyê kirin.”
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê kir, pirsgirêkên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî tenê mûçe û budce nîne û “hemû ew kêşeyên ketine ser hev di pêşerojeke nêzîk de bi şêweyekî bingehîn li ser binemaya destûrê bên çareser kirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê jî kir, Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî rûbirûyê çendçn asteng, krîza darayî û rewşa nebaş a tendirustî bûne û ji ber hindê amadehiya xwe ya ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan derbirî bi şêweyek ku di berjewendiya hemû hemwelatiyên Iraqê de be.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên budce, petrol, navçeyên Kurdistanî yên li derveyî herêmê û maf û şayisteyên destûrî yên Pêşmerge kir û “bi taybetî aktîvkirina mekanîzma hemhengiya emnî ye hevbeş di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêmê ji bo rûbirûbûna metirsiya terorîstên DAIŞê.”
Her li gor wê daxuyaniyê, Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê kir, hatina wê şanda mezin û girîngiya hikûmeta federalî ji bo Herêma Kurdistanê, “amajeyek bi hêz e bo amadebûna me ji bo çareserkirina pirsgirêkan û danîna bingeheke nû û qayîm bo peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî.”
16:32
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî sibê, Înê li Hewlêrê dicivin.
Li gor zanyariyên Rûdawê piştî civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê, biryar e Mistefa Kazimî serdana Silêmanî bike.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro gihîşt Hewlêrê û li gel Serok Mesûd Barzanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û biryara serdana Duhok, Silêmanî û Helebcê jî bike.
Piştî 100 roj ji destbikarbûnê ev yekem serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ye bo Herêma Kurdistanê.
Ev serdan piştî serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Qubad Talebanî bo Bexdayê tê ku roja Sêşema derbasbûyî pêk hat.
Cîgirê Serokwezîr îro di dema pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê de li ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê da û got, “Civînên me li Bexcdayê gelek beş bûn.”
15:35
Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê kêliyek berî niha gihîşt qezaya Zaxo li parêzgeha Duhokê.
Kazimî li Zaxo dê serdana deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl bike û bi rayedarên wê re bicive.
Serokwezîrê Iraqê îro bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li gel serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
14:30
Kazimî serdana malbata Nadiya Murad û kampa awareyan dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî.
Serokwezîrê Iraqê di çarçoveya serdana xwe ya bo Kurdistanê de, serdana parêzgeha Duhokê kir û biryar e li vê parêzgehê bo yekemîn car serdana deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bike.
Mistefa Kazimî herwiha li Duhokê dê serdana Kampa Qadiya ya Kurdên Êzidî bike û li wê derê dê serdana malabta Nadiya Murad, keça êzidî ya rizgarbûya ji destê DAIŞê û balyozê niyetpakiyê yê Netewên Yekgirtî jî bike.
Huznî Murad, birayê Nadiya Murad jî di vê derbarê de ji Rûdawê re got, heta niha ti kesî bi fermî ew ji serdana Kazimî bo cem malbata wan agahdar nekiriye.
Çavkaniyekî agahdar ji Rûdawê re got, Kazimî îro demjimêr 15:00 piştî nîvro bi rêya firokeyeke serbazî diçe bajarê Duhokê û piştre serdana deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl li qezaya Zaxoyê dike û li gel berpirsên qezayê û deriyê sînor dicive.
Bi gotina heman çavkaniyê, biryar bû Kazimî serdana Amêdiyê jî bike, lê ji ber ku firokexaneya serbazî li navçeyê nîne, serdana xwe ya bo vê navçeyê hilweşandiye.
12:45
Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî civiyan
Pêşwaziya Mesrûr Barzanî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî. Wêne: Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ofîsa Serokwezîrê Kurdistanê destpê kir.
Li gor agahiyan, biryar e piştî civînê, Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî preskonferanseke hevbeş saz bikin.
Serokwezîrê Iraqê îro bi serdanekê gihîşt Hewlêrê û piştî merasima pêşwaziyê li Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê, serdana Baregeha Barzanî kir û bi serok Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.
12:20
Serokwezîrê Iraqê serdana Silêmaniyê jî dike
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Firokexaneya Navdewetî ya Hewlêrê.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî sibe serdana parêzgeha Silêmaniyê jî dike.
Parêzgarê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir ji Rûdawê re ragihand, roja înê 11ê Îlona 2020, Mistefa Kazimî serdana Silêmaniyê dike û dê çend civîn û hevdîtinên wî hebin. Heval Ebûbekir got: Kazimî destpêkê li gel wek Parêzgariya Silêmaniyê dicive û paşê jî dê çend hevdîtinên din pêk bîne.
Piştî derbasbûna 100 rojan di ser destbikarbûna wî wek serokwezîrê Iraqê, ev yekemîn serdana Mistefa Kazimî ye bo Herêma Kurdistanê.
Li gor agahiyan, Kazimî dê di hevdîtinên li gel berpirsên Kurdistanê de pirsên weke xalên sînorî, bûdce, mûçeyên fermanberan, petrol, pirsên ewlehiyê li navçeyên nakok û metirsiyên emnî li wan navçeyan gotûbêj bike.
Serdana Serokwezîrê Iraqê bo Kurdistanê du rojan piştî serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê tê. Roja Sêşemê 8ê Îlona 2020, şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û li gel Mistefa Kazimî û Wezîrê Darayî yê Iraqê Eyad Ellawî civiyabû.
11:49
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî ku gihîşt Hewlêrê, serdana Baregeha Barzanî li bajarokê Pîrmamê kir û ji aliyê serok Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Mistefa Kazimî û serok Barzanî piştre vi hev re civiyan û derbarê mijarên hevbeş û têkiliyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin.
Kazimî piştî vê civînê, li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dicive.
Serok #Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Serokwezîrê #Iraqê Mistefa #Kazimî kir û herdu alî bi hev re civiyan.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 10, 2020
Wêne: Baregeha Barzanî pic.twitter.com/WVTrnBa362
11:10
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, serdana deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl dike.
Rêveberê Giştî yê Gumrukan li Herêma Kurdistanê, Samal Ebdurehman ji Rûdawê re ragihand, “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî civîn û hevdîtinên li Hewlêrê, serdana deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl li qezaya Zaxo dike.”
Samal Ebdurehman diyar kir, biryar e Kazimî serdana parêzgeha Silêmaniyê jî bike.
Derbarê serdana îro ya Mistefa Kazimî bo Herêma Kurdistanê de, endamê parlamentoya Iraqê, Huşyar Ebdullah ji Rûdawê re got, armanca serdana Kazimî rêkeftina li ser deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ye. Huşyar Ebdullah herwiha got, di çarçoveya serdana xwe ya îro de, “Kazimî dê serdana deriyekî sînorî yên Herêma Kurdistanê bike.”
Serdana Serokwezîrê Iraqê bo Kurdistanê du rojan piştî serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê tê. Roja Sêşemê 8ê Îlona 2020, şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û li gel Mistefa Kazimî û Wezîrê Darayî yê Iraqê Eyad Ellawî civiyabû.
11:04
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Mistefa Kazimî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir. Wêne: Rûdaw
Îro Pêncşemê 10ê Îlona 2020 Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve bi amadebûna cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê hat pêşwazîkirin.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şandeke hikûmeta Iraqê ku ji wezîrên derve, berevanî, petrol, koç û koçberan û çend berpirsên din pêk hatiye, bi Kazimî re serdana Hewlêrê kirine.
Serokwezîrê Herêma #Kurdistanê li Firokexaneya Navdewletî ya #Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê #Iraqê Mistefa Kazimî kir pic.twitter.com/z1hZerMdPk
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 10, 2020
10:10
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Kurdistanê ye
Serokwezîrê Iraqê gihîşt Hewlêrê, wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.
Kazimî dê bi berprisên bilind ên Kurdistanê re derbarê peywendiyên du alî gotûbêjan bike.
Peyamnêrê Rûdawê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, Senger Ebdurehman ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dê li gel serok Mesûd Barzanî û paşê jî li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.
Piştî derbasbûna 100 rojan di ser destbikarbûna wî wek serokwezîrê Iraqê, ev yekemîn serdana Mistefa Kazimî ye bo Herêma Kurdistanê.
Li gor agahiyan, Kazimî dê di hevdîtinên li gel berpirsên Kurdistanê de pirsên weke xalên sînorî, bûdce, mûçeyên fermanberan, petrol, pirsên ewlehiyê li navçeyên nakok û metirsiyên emnî li wan navçeyan gotûbêj bike.