Li Şirnexê agirê li daristanê hat vemirandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket û piştî midexaleya ji bejahî û asmanî ve hat kontrolkirin.
Parêzgariya Şirnexê şeva borî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li gundê Girorê yê navçeya Qilabanê agir bi daristanê ketiye.
Midexale ji bejahî û asmanan ve hat kirin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tîmên Birêvebiriya Daristanan bi 2 helîkopter û çend wesayîtan ve midexaleyî agir kiriye.
Hat gotin ku piştî çend demjimêran agir hatiye kontrolkirin û xebatên sarkirinê didomin.