Trump gef li Rûsyayê xwar: Em dest pê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bertek da binpêkirina qada asmanî ya Polonyayê ji aliyê dronên Rûsyayê ve û got, "Em dest pê dikin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê binpêkirina qada asmanî ya Polonyayê ji aliyê dronên Rûsyayê ve daxuyaniyek da.

Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî ya bi navê Truth Socialê got, "Binpêkirina qada asmanî ya Polonyayê ji aliyê dronan ve tê çi wateyê? Em dest pê dikin."

Rutte: Rûsya xemsar e

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku li ser daxwaza Varşovayê ya ji bo şêwrê ya li gorî xala 4emîn a peymana NATOyê, wan bi welatên hevalbend re binpêkirina qada asmanî nîqaş kiriye.

Rutte piştî Civîna Konseya Atlantîka Bakur daxuyaniyek da û diyar kir ku di xistina dronên Rûsyayê yên li Polonyayê de alavên Polonya, Îtalya, Almanya û Holandayê hatine bikaranîn.

Mark Rutte da zanîn ku li ser daxwaza Polonyayê ya şêwrê wan bi welatên hevalbend re li ser binpêkirina qada asmanî ya ji aliyê dronên Rûsyayê ve axivîne û got:

"Hevalbendan pişgiriya xwe ji bo Polonyayê anîn ziman û reftara xemsar a Rûsyayê şermezar kirin."

Rutte destnîşan kir ku nirxandina bûyerê didome û wiha pê de çû:

"Ya eşkere ew e ku binpêkirina şeva borî ne bûyereke tenê ye.

Fermandarê Bilind ê Hêzên Hevpeyman ên NATOyê dê bi awayekî çalak birêveberiya jêvegerandib û parastina me li seranserê baskê rojhilat bidomîne."

Sekreterê Giştî yê NATOyê anî ziman ku bûyera li Polonyayê nîşan daye ku divê hevalbend ji bo parastinê zêdetir veberhênanê bikin û got ku hevalbend dê li hemberî "kampanyaya wêrankirinê" ya Rûsyayê piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê zêdetir bikin.

Rutte got ku Rûsya bi xemsarî tevdigere û wiha axivî:

"Bila dev ji binpêkirina qada asmanî ya hevpeymanan berde û bizane ku em amade ne, em hişyar in û em dê her santîmetreyeke axa NATOyê biparêzin."

Rûsya: Polonya nehat armanckirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan doh êrişên giran birine ser hedefên leşkerî yên li Ukraynayê lê tesîsên li Polonyayê nehatine hedefgirtin.

Wezaretê derbarê îdiayên ku hinek dronên Rûsyayê qada asmanî ya Polonyayê bin pê kirine de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, artêşa Rûsyayê doh li gelek bajarên Ukraynayê di nav de Lviv jî êrişên giran li dijî tesîsên leşkerî pêk anîne û di van êrişan de navendên hilberîna dronan jî di nav de hemû hedef hatine lêdan.

Hat ragihandin ku menzîla dronên ku di êrişan de hatine bikaranîn û tê îdiakirin ku derbasî Polonyayê bûne, herî zêde 700 kîlometre ye û wiha hat gotin, "Di çarçoveya êrişên giran ên li dijî tesîsên li Ukraynayê de, tesîsên li ser axa Polonyayê nehatine hedefgirtin."

Wezaretê her wiha da zanîn ku Rûsya amade ye derbarê bûyerê de bi Polonyayê re şêwirê bike.