Qoser: Parêzgariyê çalakiya ji bo zimanê dayîkê qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê çalakiya ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê yê Kurdî ji aliyê parêzgariyê ve hat qedexekirin.

Şaxa Qoserê ya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê (Egîtîm-Sen) îro xwest li Meydana Azadiyê ya navçeyê, bi dirûşma “Em Perwerdeya Zimanê Dayikê Dixwazin” meşekê saz bike.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, polîsan bi îdîaya ku “parêzgariyê meş qedexe kiriye” rê neda ku çalakî bê kirin.

Li ser vê yekê endamên Sendîkaya Egîtîm-Senê li meydanê bi pankartên “Em perwerdehiya bi zimanê dayîkê dixwazin” çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Welatiyan jî piştevanî dan çalakiyê û bi dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” bertek nîşanî polîsan da.

Sendikaya Egîtîm Senê her wiha ji ber astengkirina meşa wan nikarîn daxuyaniyekê jî bidin çapemeniyê û çalakiya rûniştinê bi dirûşman bi dawî hat.