NISÊBÎN - Êşa xwişka xwe dît, bû hêviya astengdarên bajarekî
Nîsêbîn (Rûdaw) - Hakki Avciyê ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, jiyana xwe ji bo xizmeta astengdaran terxan kiriye.
Hakki Avci ku ji ber rewşa xwişka xwe ya astengdar dest bi vî karî kiriye, erebok û amûrên astengdarên li Nîsêbîn û seranserê Mêrdînê bê pere temîr dike.
Kuçe û kolan, hewşên mizgeftan û malên astengdaran ji bo wî bûne temîrxane.
Hakki ku xwe wekî "hosteyê astengdaran" bi nav dike, li seranserê Mêrdînê û navçeyên wê digere û bi dilxwazî alîkariya kesên hewcedar dike.
Ji êşa xwişka xwe ji bo bi sedan kesan bû hêvî
Çîroka Hakki Avci ji êş û elema xwişka wî ya 63 salî Nezete Avciyê dest pê dike ku 61 sal in ji ber astengiya xwe nikare bimeşe.
Dîtina zehmetiyên xwişka xwe û bûyereke ku wî jiyaye, dibe sedem ku ew biryarê bide ku jiyana xwe ji bo xizmeta astengdaran terxan bike.
Xwişka wî Nezete Avciyê wiha behsa birayê xwe kir:
“Emrê min 63 ye birayê min, ez evqas e li erdê me. Dema erebeya min xira bû, min çar mehan nikarîbûm herim ser tirba dê û bavê xwe.
Çavên min bi tirba wan neket. Lê Xwedê emrê birayê min dirêj bike, wî hat ereba min çêkir. Her wiha ew alîkarî dide hemû astengdaran.”
Hosteyê Astengdaran Hakki Avci jî çîroka destpêka vî karî wiha tîne ziman:
“Xwişka min ev 61 sal in di vî halî de ye. Dema min eziyeta ku wê dikişand didît, ez jî diqehirîm.
Rojekê ez derketim derve. Li ser rêya Mêrdînê min dît ereboka astengdarekî di trafîkê de xira bûye û wisa maye.
Wî astengdarî hewar dikir ku kalek bû. Min ereboka wî çêkir û wî ji ew trafîkê rizgar kir.
Pişt re derdê xwişka min û derdê wî astengdarî hatin ber çavên min. Wê demê min soz da xwe û got, ji îro pê ve ez dê jiyana xwe bixim xizmeta astengdaran.”
"Mala wî ava be, pere nexwest"
Kesên ku Hakki Avci alîkariya wan dike, minetdariya xwe tînin ziman û dibêjin ku wî ti carî pere ji wan nexwestiye.
Mazlûm Gunerê ku ew jî astengdar e got:
“Welleh min jî Hakki li ser înternetê peyda kir. Ez lê geriyam, ew hat malê.
Nehîşt ku ez aciz bibim û bi xwe herim cem wî. Wî hat cem min ereboka min çêkir.
Ereboka min niha dişixule. Mala wî ava be. Wî ti pere û ti tişt jî ji me nexwest.”
Kuçe û kolan bûne temîrxaneya wî
Hakki Avci ne xwediyê dukan û atolyeyeke taybet e. Ji ber vê yekê hemû kuçe û kolan, park, hewşên mizgeftan û malên astengdaran ji bo wî bûne temîrxane.
Wî li ser motorsîkleta xwe jî nivîsiye ku xizmetê bêpere dide.
Hakki Avci da zanîn ku ji gundan li wî digerin û got:
“Ji Mêrdînê, Stewrê, Qosarê, Midyadê, heta Batman û Amedê li min digerin ku alîkariya wan bikim.
Heke ji min bihata ez dê heta Fînlandiyayê jî biçûma. Ez bi tu awayî ji wan pere nastînim.
Min heta niha 64 erebok temîr kirine û min ji wan pere nestandiye. Pere teklîf dikin jî ez qebûl nakim.
Dibêjin 'rehma Xwedê li dê û bavê te be', ew besî min e.”
Vê carê dikaneke sebzefiroşiyê ji Hakki re mazûvaniyê dike. Di germahiya 35 pileyî de, ew bi çakûç û amûrên xwe dilezîne ku erebokên li ber destê xwe çêbike û bigihîne xwediyên wan.
Her dilopek xwîdana wî wekî hêviyekê ye ji bo astengdaran.
Lê nêzîkbûna zivistanê ji bo Hakki Avci û astengdarên ku ew alîkariya wan dike, dibe sedema fikaran.
Avci difikire ka dê di sermaya zivistanê de li kû derê û çawa karibe xizmeta xwe ya pîroz bidomîne.