Dîndar Zêbarî: NY daxwaza mudaxeleya leşkerî ya yekser li Kobanî dike
Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, Netewên Yekbûyî (NY) ji Encumena Asayişa Navdewletî xwestiye bilez bi hewara Kobanî ve here û mudaxeleya leşkerî li wir bike.
Alîkarê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ji Rûdawê re got, Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî Moon ji Encumena Asayişa Navdewletî û saziyên din ên navdewletî xwestiye li ser rewşa Kobanî hişyartir û ciddîtir bin.
Dîndar Zêbarî anî ziman ku ew niha bi rayedarên YN re di nav diyalogê de ne da ku êrişên asimanî yên li dijî çekdarên DAIŞê yên Kobanî dorpêç kirine, bidome û wiha axivî:
“Lê ji bo parastina Kobanî divê hêzên bejahî jî bikevin dewrê. Ji bo vê jî divê biryarek din ji aliyê Encumena Asayişa Navdewletî ve were dayîn û bi welatên mîna Rûsyayê re rêkeftinê bikin.”
Wî rayedarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman ku ew wek hikûmeta Kurdistanê rewşê ji nêzîk ve dişopînin û wiha got: “Me daxwaziyên gelê Başûr û Rojavayê Kurdistanê gihandiye rayedarên NY her wiha em piştgiriya daxwazên xwepêşanderan bo parastina Kobanî dikin.”
Dîndar Zêbarî diyar kir ku hêviya hikûmeta Kurdistanê li welatên endamên Encumena Asayişa Navdewletî bi taybet li Rûsyayê ew e ku gelê Kurdistan û Kobanî biparêzin.
Li gorî Zêbarî, NY daxwaza mudaxeleya leşkerî dike li ser Kobanî lê divê biryarek nû bê dayîn.