Navenda Nûçeyan – Du serokşaredarên sînorê îdareya Raperînê li parêzgeha Silêmaniyê, bi biryara dadgehê ji aliyê polîsê navçeyê ve hatin destserkirin.
Qayimeqamê navçeya Raniye, Hîwa Qerenî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro duşemî 10ê Cotmeha 2016 Serokê Şaredariya Navçeya Hacîava û Serokê Berê yê Şaredariya Çarqorne bi biryara dadgehê ji aliyê polîs ve hatine binçavkirin.”
Qerenî derbarê desteserkirina wan her du serokşaredariyan de got: “Bi biryara dadgehê her du serokşaredar ji aliyê dadgehê ve hatine girtin û niha li cem polîs destserkirî ne.”
Qerenî sedema desteserkirina her du serokşaredaran aşkera nekir.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyekê taybet ve bi dest xistiye, sedema girtina wan serokşaredaran, pêwendî bi mijara erdê û mulk ve heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse