Encamên destpêkê yên hilbijartina parlamentoya Iraqê

10-10-2021

19:12

Komîsyonê encamên fermî yên parêzgeha Neynewa ragihand

Neynewa

Li gor encamên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, encama hilbijartina parlamentoya Iraqê li Newneya wiha ye:

Di bazneya yekem Neynewa de ku xwedî sê kursiyan e, dengên berbijêran wiha ne:

Îxlas Dilêmî - PDK: 10666 deng

Tume Ihêbî - PDK: 8979 deng

Ehlam Remezan – Hevpeymana Kurdistan: 4910 deng

Li Bazneya 2yem a Neynewa  ku çar kursî hene, dengên berbijêran wiha ne: 

Şerîf Silêman - PDK: 10429 deng

Kavîn Seîd - PDK: 9306 deng

Şêrwan Dûberdanî - PDK : 8735 deng

Ronzê Ziyad - Hevpeymana Kurdistan: 5840 deng

 Li Bazneya 3yem a Neynewa  ku sê kursî hene, dengên berbijêran wiha ne: 

Mehma Xelîl- PDK: 14167

Viyan Dexîl - PDK: 9294

Macîd Xelef - PDK: 6667

Li Bazneya 4em a Neynewa  ku çar kursî hene, dengên berbijêran wiha ne: 

Mihemed Ferman - Serbixwe : 1210 deng

Îbrahîm Qabo- PDK: 11416 deng

Nayif Semmerî - Serbixwe: 10,737 deng

Zulêxa Îlyas - Tevgera Hesim : 3646 deng

Li Bazneya 5em a Neynewa  ku pênc kursî hene, dengên berbijêran wiha ne: 

Felah Ihêbî – Teqedum: 9669 deng

Ebdulrehîm Mutleg – Eqdî Wetanî: 7015 deng

Mensûr Cibûrî - Eqd: 6917 deng

Ehmed Cibûrî- Hesim: 4994 deng

Rehîme Cibûrî - Cemahîrî Nîştmanî: 4190 deng

Li Bazneya 6em a Neynewa  ku pênc kursî hene, dengên berbijêran wiha ne: 

Sabt Mihemed – Hesm: 8031 deng

Qetban Cemîl - Teqedum: 4669 deng

Xalîd Sulltan Haşim- Projeya Nîştmanî: 4017 deng

Mihemed Nûrî Ehmed - Ezm: 3972 deng

Mahson Delli - Teqedun: 3605 deng

Li Bazneya 7em a Neynewa  ku sê kursî hene, dengên berbijêran wiha ne: 

Muzahim Qasim - Teqedum: 9792 deng

Muntaha Ebdulwehab – Hevpeymana Fetih: 6204 deng

Luqman Necim – Teqedûm: 4444 deng

Li Bazneya 8em a Neynewa  ku çar kursî hene, dengên berbijêran wiha ne: 

Yûsif Sebawî - Teqedum: 6462 deng

Cemîl Ebdê – Serbixwe: 4779 deng

Letîf Mistefa - Teqedum: 4345 deng

Besma Mihemed – Teqedum: 3588 deng

 

Zêdetir bixwîne

18:24

Komîsyonê encamên fermî yên parêzgeha Silêmaniyê ragihand

Rûdaw

Li gor encamên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê li parêzgeha Silêmaniyê berbijêran zêdetirîn deng bidest xistine û beşek ji wan bi kursiya kotaya jinan dibin endamên parlamentoya Iraqê.

Li Bazneya 1 a Silêmaniyê  dengên berbijêran wiha ne:

Rêbwar Ewrahman (Nifşê Nû - Silêmanî) 12257 deng

Yadigar Mehmûd (PDK - Silêmanî) 6069 deng

Dara Heme Ehmed (Yekgirtû - Silêmanî) 5389 deng

Nermîn Marûf (YNK - Silêmanî ) 5862 deng 

Li Bazneya 2yem a Silêmaniyê  ku navenda bajêr û Qeredaxê li xwe digire dengên berbijêran wiha ne:

Bedriye Îbrahîm Reşîd (Nifşê Nû - Silêmanî) 19098 deng

Biryar Reşîd (YNK - Silêmanî) 11462 deng

Aso Ferîdûn (YNK - Silêmanî) 8979 deng

Li Bazneya 3yem a Silêmaniyê ku Helebceya Nû, Helebceya Şehîd, Wermawa, Pênciwên - Seyîd Sadiq û Navenda Şarbajêr 2 li xwe digire dengên berbijêran wiha ne:

Çiro Heme Şerîf (YNK - Helebce) 12254 deng

Musanna Emîn (Yekgirtû- Helebce ) 11156 deng

Aryan Ezîz Ehmed (Nifşê Nû - Helebce) 9066 deng

Li Bazneya 4em a Silêmaniyê ku Dûkan, Çarqurna, Hacîawa, Ranya, Bêtwata û Qeladze li xwe digire dengên berbijêran wiha ne:

Sirww Ebdulwahid (Nifşê Nû - Silêmanî) 22634 deng

Soran Omer Seîd (Komel - Silêmanî) 18868 deng

Xerîb Ehmed Mistefa (YNK - Silêmanî) 15360 deng

Bedriye Hisên Ezîz, Hevpeymanîya Kurdistanê: 13456 

Li Bazneya 5em a Silêmaniyê ku, Derbendîxan, Kelar – Samûd, Kifrî, Şoreş, Sengaw û Çemçemal li xwe digire dengên berbijêran wiha ne:

Mewfeq Hisên Qadir (Nifşê Nû - Germiyan) 14567 deng

Şiwan Mihemed Rûstem (PDK - Germiyan) 6335 deng

Sirwe Mihemed Reşîd ( YNK - Germiyan ) 5452 deng

Rizgar Mihemed Kerîm (YNK - Germiyan) 5346 deng

Parêzgeha Silêmaniyê ji pênc bazneyan pêk tê û milyonek û 425 hezar û 705 kesan mafê dengdanê heye û 18 kursiyên parlamentoya Iraqê ku 5 ji wan bo kotaya jinan e , ji bo vê parêzgeha Herêma Kurdistanê hatine dayîn.

Parêzgeha Helebce serbi bazneya sêyem a parêzgeha Silêmaniyê ye ku sê kursiyên parlamentoya Iraqê tê de tên dabînkirin û yek ji bo kotaya jinan e.

Zêdetir bixwîne

16:04

Komîsyonê encamên fermî yên parêzgeha Duhokê ragihand

Rûdaw

Li gor encamên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê îro demjimêr 15:00an aşkere kir, encama hilbijartina parlamentoya Iraqê li Duhokê wiha ye:

Bazneya 1 a Duhokê:

Cemal Koçer – Yekgirtû: 45079 dengç

Xalid Selîm – PDK: 22223 deng

Xelîl Xazî – PDK: 20592 deng

Evîn Selîm – PDK: 15506 deng

Bazneya 2 a Duhokê:

Segvan Yûsif – PDK: 19430 deng

Omer Koçer – PDK: 17171 deng

Bazneya 3 a Duhokê:

Muwefeq Şehab – PDK: 22147 deng

Çiyayî Teymûr – PDK: 18436 deng

Îman Ebdurezaq – YNK: 14164 deng

Viyan Sebrî – PDK: 13867 deng

Parêzgeha Duhokê ji 3 banzeyên hilbijartinan pêk hatiye û li vê parêzgehê 822 hezar û 703 kesan mafê wan ê dengdanê hebû. Herwiha 11 kursiyên Duhokê di parlamentoya Iraqê de ne ku 3 ji wan bo kotaya jinan hatine veqetandin.

Zêdetir bixwîne

15:59

Dengên berbijêrên Kurd li Kerkûkê

-

Li gor amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, 6 berbijêrên Kurd biser ketine ku çar ji wan li bazneya yek û du ji wan li bazneya du ne.

Her li gor amaran, ew berbijêrên Kurd ku biser ketine, 3 yên Hevpeymaniya Kurdistan, 2 yên PDK û 1 jî yê Nifşê Nû ye.

Dengên berbijêran bi vî rengî ne;

Şaxewan Ebdullah - PDK: 31548 deng

Umêd Mihemed - Nifşê Nû: 19489 deng

Dîlan Xefûr - Hevpeymaniya Kurdistan: 18173 deng

Sebah Hebîb - Hevpeymaniya Kurdistan: 13243 deng

Bazneya du ya Kerkûkê:

Erşed Reşad Salihî - Bereya Tirkmenî: 19583

Geylan Qadir - Hevpeymaniya Kurdistan: 11232

Necwa Hemîd - PDK: 10018

Zêdetir bixwîne

15:25

Komîsyonê encamên fermî yên parêzgeha Hewlêrê aşkere kir

Rûdaw

Li gor encamên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê îro demjimêr 15:00an aşkere kir, li Bazneya 1 a parêzgeha Hewlêrê ku 4 kursî ne û yek ji kursiyan bo kotaya jinan e, dengên berbijêran bi vî awayî ye:

Nehro Mehmûd – PDK: 29649 deng

Mihemed Sidîq – PDK: 24128 deng

Sîpan Ezîz – PDK: 25233 deng

Cuwan Ebdulla – PDK: 9147 deng

Li Bazneya 2 a Hewlêrê jî ku 4 kursî ne û kursiyek ji bo kotaya jinan e, dengên berbijêran wiha ne:

Wezîre Ehmed –Nifşê Nû: 18459 deng

Xidir Elî Mentik – PDK: 17992 deng

Armanc Mehmûd Herkî – PDK: 15882 deng

Kurdo Omer – YNK: 13846 deng

Li bazneya 3 a Hewlêrê jî encam wiha ne:

Rêbwar Hadî – PDK: 17202 deng

Viyan Ebdulezîz - Nifşê Nû: 11063 deng

Leyla Ekrem Seîd – PDK: 7078 deng

Li Bazneya 4 a Hewlêrê jî encamên ku komîsyonê aşkere kiriye, bi vî awayî ne:

Mihemed Îsmaîl – Nifşê Nû: 17913

Merîwan Qerenî – PDK: 15118 deng

Sebah Subhî – PDK

Nehle Qadir – PDK: 9995 deng

 

 

Zêdetir bixwîne

14:26

Komîsyon encamên destpêkê yên hin parêzgehan aşkere dike

Rûdaw

Komîsyona Bilind a Hilbijartin a Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand, encamên destpêkê yên hilbijartinê li ser ekranên giştî li parêzgehên Diyale, Qadisiye, Musenna, Mîsan, Wasit, Duhok, Selahedîn, Kerbela û Hewlêr û li malpera komîsyonê hatine belavkirin.

 

Zêdetir bixwîne

14:06

Hevpeymaniya Teqedum: Me 35 kursî bidest xistine

-

Hevpeymaniya Teqedum a bi serpereştiya Serokê Berê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, radigihîne, li gor encamên destpêkê wan 35 kursî bidest xistine û pêşbîniya wergirtina kursiyeke din jî dikin.

Berdevkê Hevpeymaniya Teqedum Siûd Meşhedanî îro ji Rûdawê re ragihand, “Li gor zanyariyên çavdêrên me li binkeyên dengdanê, di hilbijartina pêşwext a xula pêncemîn a parlamentoya Iraqê de me 35 kursî misoger kirine û pêşbîniya wergirtina kursiyeke din jî dikin.”

Berdevkê Hevpeymaniya Teqedum ku yek ji du diyartirîn aliyên siyasî yên Sunne ne li Iraqê, amaje bi wê jî kir ku ev amarên destpêkê ne û divê ew çaverêyî encamên fermî bin ku dê ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ve bên ragihandin.

Zêdetir bixwîne

13:50

YNK: Sextekarî hatiye kirin

Konferansa rojnamevanî ya Komîteya Hilbijartinê ya YNKê li Hewlêrê. Wêne: Rûdaw TV

YNK îdia dike di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de sextekarî hatiye kirin.

Komîteya Hilbijartinê ya YNKê li Hewlêrê îro di daxuyaniyeke rojanemvanî de ragihand, li Hewlêrê sextekarî hatiye kirin û dengên aliyên hatine guhertin, “lewra em tevahiya proseya hilbijartinê li Hewlêrê red dikin”.

Komîteya Hilbijartinê ya YNKê li Hewlêrê herwiha diyar kir, ew li benda şopandin û lêkolîna Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ne.


 

Zêdetir bixwîne

13:36

Serkirdeyekî Nesir: Me li gel hevpeymanên xwe 20 kursî bidest xistine

Hejmartina dengan di hilbijartina parlamentoya Iraqê de. Wêne: AFP

Serkirdeyekî Partiya Nesir li Iraqê bi seroaktiya Heyder Ebadî dibêje, li gor encamên destpêkê, Hevpeymaniya Qîwa El-Dewle El Weteniye (Hêzên Dewleta Niştimanî) ku ji Nesir û Tevgera Hikme û çend aliyênd in pêk tê,  wan di hilbijartina parlamentoyê de 20 kursî bidest xistine.

Eqîl Elridênî, serkirdeyê Nesir li Iraqê îro Duşemê ji Rûdawê re ragihand, “Li gor zanyariyên me ku çavdêrên me li nav navendên dengdanê kom kirine, Hevpeymaniya Qîwa El-Dewle El Weteniye 20 kursî bi dest xistine, lê divê em li benda ragihandina encamên fermî ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ve bin.”

Di xûla pêştir a parlamentoya Iraqê de, Hevpeymaniya Nesir li gel çend aliyên din 42 kursiyên parlamentoyê bidest xistibû. Tevgera Hikme ya bi seroaktiya Emmar Hekîm jî xwediyê 19 kursiyan bû.

Eger encamên destpêkê yên nefermî dirist an nêzîkî encamên komîsyonê bin, hevpeymaniya Nesir û Hikme rastî şikestineke mezin hatiye.

Zêdetir bixwîne

12:46

Encamên parêzgeha Silêmaniyê

Wêne: AFP

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, ji yek milyon û 293 hezar kesan li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ku mafê wan ê dengdanê hebû, 479 hezar kesan deng dane ku dike %37ê rêjeya dengderan û %63ê dengderan li parêzgeha Silêmaniyê dengdan boykot kirine.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Silêmaniyê Erkan Elî îro Duşemê 11ê Cotmeha 2021ê got, li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ti gilînameyek derbarê sextekariya di hilbijartinê de nehatiye tomarkirin û heta niha gilînameyên doh jî ne hewqasî mezin in ku encamên ti navendekê, binkeyekî, bazneyek an kursiyekî biguherin.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, binpêkirinên biçûk biçûk çêbûn, hinek gilehî û gazinên wekîlên partiyên siyasî hebûn ji nexwendina pencemora dengder an dengderên ku kartên kevin bi wan re bûn û koda wan nedihat xwendin, ne wek wêya destkariya dengekî hatibe kirin, amûrek ji kar ketibe, li binke yan navendekê kesekî nikaribe deng bide, yan hinekan bi kartên sextet yan bêyî nasnameya biometrî deng dabin.

Peyamnêrê Rûdawê got, di dengdana taybet de ku roja 8ê Cotmeha 2021ê hat kirin û mafê dengdanê yê 80 hezar kesan hebû, nêzîka %73-75ê hêzên ewlekariyê dengê xwe dane; ew deng tevlî dengên doh ên 10ê Cotmehê tên kirin û îro Duşemê 11ê Cotmehê demjimêr 15:00ê êvarê encam derdikevin.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, li gor encamên ne fermî li 5 bazneyên hilbijartinê yên Silêmaniyê ti berbijêrekî Tevgera Goran serkeftin bidest nexistiye. Yekgirtûya Îslamî li bazneyê yek nêzîkê serkeftinê ye, lê hevrikê wê ji Tevgera Goran ku Şûnas Şêrko ye dibe di dengdana taybet de deng bidest xistibin û dengên xwe zêde kiribin, lewra dibe guhertin di encamên destpêkê de çêbibe, ji ber dengên taybet tevlî yên giştî tên kirin, ligel guhertinên ku ji ber kotayê çêdibin.

Bazneyê Yek ê Silêmaniyê: 4 Kursî

Rêbwar Ebdulrehman ji Newey Niwê di pileya yekem de ye û zêdeyî 15 hezar deng bidest xistine.

Yadgar Mehmûd ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di pileya duyem de ye û zêdeyî 7 hezar deng bidest xistine.

Nermîn Marûf ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di pileya sêyem de ye û bi kotaya jinan derdikeve.

Dara Sêkanyanî ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ligel Şûnas Şêrko ji Tevgera Goran dengên wan nêzîkê hev in.

Bazneyê Dû yê Silêmaniyê: 3 Kursî

Bedriye Husên ji Newey Niwê di rêza yekem de ye û zêdeyî 15 hezar deng bidest xistine.

Biryar Reşîd ji Hevpeymaniya Kurdistan ser bi YNKê di rêza duyem de ye û nêzîka 7 hezar û 600 deng bidest xistine.

Aso Ferîdûn ji Hevpeymaniya Kurdistan ser bi YNKê di rêza sêyem de ye û 6 hezar deng bidest xistine.

Berpirsên Hilbijartinê yên PDKê dibêjin, li bendê ne dengên dengdana taybet balansê Şino Nûrî bilind bike bo bidestxistina kursiyekî wê bazneyê.

Li Bazneyê Sê yê Silêmaniyê (Helebce, Şarezûr û Derdorê): 3 Kursî

Çiro Heme Şerîf ji Hevpeymaniya Kurdistan di pileya yekem de ye û 14 hezar û 500 deng bidest xistine.

Mûsenna Emîn ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di pileya duyem de ye ku 14 hezar û 300 deng bidest xistine.

Aryan Tawegozî ji Newey Niwê di pileya sêyem de ye ku 11 hezar û 500 deng birine.

Bazinê Çar ê Silêmaniyê (Îdareya Raperîn û Dûkan): 4 Kursî

Sirwe Ebdulwahid ji Newey Niwê di rêza yekem de ye û zêdeyî 28 hezar deng bidest xistine.

Soran Umer ji Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê di rêza duyem de ye û zêdeyî 24 hezar deng bidest xistine.

Xerîb Ehmed ji Hevpeymaniya Kurdistanê di rêza sêyem de ye û 19 hezar deng bidest xistine.

Bedriye Husên ji YNKê di rêza çarem de ye û 16 hezar deng bidest xistine.

Li vê bazneyê jî berbijêreke PDKê ku Naske Ebdulla ye 15 hezar deng bidest xistine; tevlîkirina dengdana taybet dibe rewşê biguhere.

Bazneyê Pênc ê Silêmaniyê (Germiyan): 4 Kursî

Muwefeq Husên ji Newey Niwê di rêza yekem de ye û zêdeyî 20 hezar deng bidest xistine.

Şiwan Mihemed ji PDKê di rêza duyem de ye ku 8 hezar deng bidest xistine.

Sirwe Mihemed ji Hevpeymaniya Kurdistan di rêza sêyem de ye û 6 hezar deng birine.

Karwan yarweys ji YNKê di rêza çarem de ye û 6 hezar deng bidest xistine.

Tişta girêdayî dengê hevpeymanî û partiyan li sînorê wê parêzgehê, Peyamnêrê Rûdawê dibêje, Hevpeymaniya Kurdistan %44ê dengan, Newey Niwê %27ê dengan, PDKê %11ê dengan, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê %11 û Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê %5.5ê dengan bidest xistine.

Erkan Elî got, Hevpeymaniya Kurdistanê 8 kursî, Newey Niwê 5 kursî, PDKê 2 kursî, Yekgirtû 2 kursî û Komeleya Dadgerî 1 kursî bidest xistiye.

Zêdetir bixwîne

12:25

Yekgirtû: Me 4 kursî misoger kirine

-

Berpirsê Saziya Hilbijartinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku li gor encamên destpêkê, wan çar kursî misoger kirine.

Berpirsê Saziya Hilbijartinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hêmin Eskender îro Rûdawê re ragihand, “Li gor wan encamên ji navendan ketine destê me, Yekgirtû di vê hilbijartinê de 4 kursî misoger kirine.”

Hêmin Eskender dibêje, “Li bazneya yek a Silêmaniyê Dara Sêkanyanî kariye serkeftinê bidest bixe, herwiha li bazneya sê ya Silêmaniyê Musenna Emîn bi pileya duyem serkeftiye, li sînorê parêzgeha Duhokê jî Cemal Koçer û Umer Koçer karîne dengekî zêde bidest bixin û serkevin.”

Li gor zanyariyên Berpirsê Saziya Hilbijartinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, li gor Xula Çarem a Parlamentoya Iraqê, Yekgirtûya Îslamî di vê hilbijartinê de 2 kursî zêde kirine.

Duh 10/10/2021 dengdana giştî bo hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê hat kirin. Demjimêr 18:00 hemû navendên dengdanê hatin girtin û biryar e îro duşemê, Komisyona Bilind a Hilbijartinan, encamên dawî rabighîne.

Zêdetir bixwîne

10:50

Kurd li Kerkûkê 7 kursiyên Parlamentoya Iraqê bidsest dixin

Dengderek li Kerkûkê. Wêne: AFP

Tora Medyayî ya Rûdawê encamên destpêkê yên hilbijartina Parlamentoya Iraqê li parêzgeha Kerkûkê belav dike û li gor van encaman, Kurd li Kerkûkê 7 kursiyan bidest dixin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Hîwa Husamedîn îro 11ê Cotmeha 2021ê ji Kerkûkê ragihand ku berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştrast dikin ku 5 kursiyên bazneyê yek ê pargeha Kerkûkê bo Kurd yekalî bûne.

Derbarê berbijêrên ku di wê bazneyê de serkeftin bidest xistine, Peyamnêrê Rûdawê got, ji Partiya Demokrat a Kurdistanê Şaxewan Ebdulla û ji Hevpeymaniya Kurdistan Dîlan Xefûr serkeftine. Eger heye sê kursiyên din jî bo her yek ji berbijêrê Nifşê Nû (Newey Niwê) Umêd Mihemed û herdu berbijêrên Hevpeymaniya Kurdistan Sebah Hebîb û Sidîq Umer bin.

Derbarê bazneya 2 a parêzgeha Kerkûkê de jî, Erşed Salihî ji Cepheya Turkmenî nêzîkî 70 hezar deng bidest xistine û di rêza yekem de ye, Xerîb Esker ku berbijêrekî din ê Cepheya Turkmenî ye di rêza duyem de ye. Berbijêrê Hevpeymaniya Kurdistan Geylan Qadir di pileya sêyem de ye û Necwa Hemîd jî ku berbijêra Partiya Demokrat a Kurdistanê ye wek kotaya jin li wê bazneyê derdikeve.

Li bazneya 3 ya Kerkûkê jî, Rakan Seîd, Mihemed Temîmî û Sahîre Xerîb ku hersê Ereb in serkeftin bidest xistine.

Zêdetir bixwîne

10:30

PDKê her çar kursiyên Soranê bidest xistine

Binkeyeke dengdanê li Herêma Kurdistanê

Li navçeya Soran ku bezneya yek a parêzgeha Hewlêrê ye, berbijêrên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her çar kursiyên wê deverê bidest xistine.

Peyamnêrê Rûdawê yê Soranê, Bextiyar Qadir vê sibê Duşemê 11ê Cotmeha 2021ê beşdarî bultena demjimêr 09:00 bû û got, li gor wan zanyariyên destpêkê yên ji çavkaniyên cuda û bi taybetî ji ofîsên hilbijartinê yên partiyên siyasî wergirtine, li bazneya yek a Hewlêrê (Soran) ku çar kursî ne, 3 berbijêrên mêr û berbijêreke jin k user bi Partiya Demokrat a Kurdistanê ne serkeftin bi dest xistine.

Nehro Mehmûd yekem bûye û zêdeyî 40 hezar deng bidest xistine. Mihemed Sedîq duyem û zêdeyî 37 hezar deng bidest xistine. Sîpan Şêrwanî sêyem û nêzîkî 34 hezar deng bidest xistine. Feysel Kerîm Xan çarem bûye û zêdeyî 24 hezar dengan bidest xistiye, lê ji ber divê li şûna serkeftiyê çarem (Feysel Kerîm Xan) ku mêr e jinek (Kota) biçe parlamentoyê, lewra berbijêreke din a PDKê ku Ciwan Ebdulla ye û 13 hezar deng bidest xistine, li şûna Feysel Kerîm Xan diçe Parlamentoya Iraqê.

Serpereştyarê Komisyonê li Soranê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, heta niha ti gilînameyek ne ji aliyê partiyên siyasî ve û ne ji aliyê çavdêran ve nehatine tomarkirin û îro Dadgeh vekirî ye bo tomarkirina gilîname û gazinên ji encamên hilbijartinan.

Peyamnêrê Rûdawê yê Soranê herwiha got, şeva borî welatiyekî temen 22 salî bi navê Cemîl Zorab ku akinciyê gundê Awdiyan bû li nêzîkê Soran, ji ber teqeyên kêfxweşiyê canê xwe ji dest daye. Li gor kesûkarên wî, Cemîl Zorab ji bo kêfê teqe kiriye û di kêliyên dawî de bi gulleyekê ku ji destê wî derketiye û li serê wî ketiye, canê xwe ji dest daye.

Di vê hilbijartinê de Soran ku bezneyê yek a parêzgeha Hewlêrê bû û mafê dengdanê yê nêzîka 250 hezar kesan hebû, bo birina wan 4 kursiyan 9 berbijêran hevrikiya hev dikirin.

Zêdetir bixwîne

01:57

Berpirsê PDKê: Hejmara kursiyên me ji 30 zêdetir in

Logoya PDKê

Berpirsê lijneya hilbijartinê yê PDKê Kawa Gerdî ji Rûdawê re ragihand ew di wê baweriyê de ku ji 30 kursiyan zêdetir bidest bixin. Herwiha Gerdî diyar kir ku li Hewlêrê 10 Kursî misoger in.

Berpirsê lijneya hilbijartinê yê PDKê Kawa Gerdî ji Rûdawê re axivî û dibêje li Neynova zêdetirî 7, li Silêmaniyê 2 û li Kerkûkê kursiyek misoger in.

Gerdî got jî li Duhokê 8 heta 9 kursî misoger in.

Ev encamên tên ragihandin, encamên destpêkê û nefermî ne û dibe guhertin di encaman de çê bibe.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye ku dê di 24 demjimêrên bê de encamên fermî yên hilbijartinan eşkere bike.

Zêdetir bixwîne

01:29

Encama destpêkê: Li bazneyê duyem a Hewlêrê her du berbijêrên PDKê biserketin

Ahenga alîgirên PDKê li Hewlêrê Wêne: Rûdaw

Berpirsê şaxa 16mîn ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Bilind Îsmaîl ragihand ku her du berbijêrên PDKê li bazneyê duyem a Hewlêrê biserketin.

Li ser vê yekê li gorî amarên dawî berbijêrê Hevpeymaniya Kurdistanî Kurdo Umer li bazneyê duyema a Hewlêrê dengên pêwîst bidest next ku biçe parlamentoyê.

Ev encamên tên ragihandin, encamên destpêkê û nefermî ne û dibe guhertin di encaman de çê bibe.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye ku dê di 24 demjimêrên bê de encamên fermî yên hilbijartinan eşkere bike.

 

Zêdetir bixwîne

23:58

Kerkûk; keçeke 13 salî di gulleberanê de birîndar bû

Rûdaw

Keçeke 13 salî li bajarê Kerkûkê ku li hewşa mala xwe rûniştibû, di encama gulleberdana ji bo pîrozbahiyên serkeftina di hilbijartinan de, ji milê xwe ve birîndar bû.

Dapîra wê zaroka 13 salî ji peyamnêrê Rûdawê yê li Kerkûkê Herdî Mihemed re got, ku ew li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Dapîra keçikê ji Rûdawê re got, “Ev gulleberdan xelet e. Baş e, kêfa me hat, em biserketin û me Kerkûk vegerand, lê divê ev gulleberdan neyê kirin. Gelek gullebaran hat kirin. Min tev dua dikir ku kes li ber nekeve”.

 

Zêdetir bixwîne

23:40

Encama destpêkê: Li nav bajarê Hewlêrê 5 berbijêrên PDKê biserketine

Dîmenek ji bajarê Hewlêrê. Wêne: Bilind T. Abdullah / Rûdaw

Li gor encamên destpêkê yên nefermî, her pênc berbijêrên PDKê yên li bazneyên 3 û 4 ên navenda bajarê Hewlêrê biserketine û dengên pêwîst ji bo misogerkirina kursiyên parlamentoya Iraqê bidest anîne.

Berbijêrên PDKê ku li gor encamên destpêkê, biserketine ev in:

Rêbwar Hadî Ebdurehman

Leyla Ekrem Hewlêrî

Merîwan Qerenî Dizeyî

Dr. Sebah Subhî Heyder

Dr. Nehle Qadir Mihemed

Herwiha li gor encamên destpêkê yên nefermî, li bazneya 4 a Hewlêrê jî, 3 berbijêrên PDKê bi navên Nehro Mihemed Qadir, Sîpan Ezîz û Mihemed Sidîq zêdeyî 30 hezar deng bi dest anîne û serkevtina wan misoger bûye.

Herwiha Cuwan Ebdulla, berbijêra din a PDKê bi kotaya jinan kursiyekê qezenc dike.

Bi vî awayî, Feysel Kerîmxan Biradostî berbijêrê Hevpeymaniya Kurdistan (YNK û Goran) bisernakeve.

Ev encamên tên ragihandin, encamên destpêkê û nefermî ne û dibe guhertin di encaman de çê bibe.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye ku dê di 24 demjimêrên bê de encamên fermî yên hilbijartinan eşkere bike.

 

Zêdetir bixwîne

23:35

Komîsyona hilbijartinan: Rêjeya beşdariyê li Duhokê %53 e

Berpirsekî ofîsa Duhokê ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê. Wêne: Rûdaw TV

Berpirsekî ofîsa parêzgeha Duhokê ya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li parêzgeha Duhokê rêjeya beşdariya di hilbijartin pêşwext a parlamentoya Iraqê de ji sedî 53 ye.

Li gor encamên destpêkê yên nefermî jî, berbijêrên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rêjeya herî zêde ya dengan li parêzgeha Duhokê bidest xistine û heya niha herî kêm 8 kursiyên wê parêzgehê misoger kirine.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye ku dê di 24 demjimêrên bê de encamên fermî yên hilbijartinan eşkere bike.

 

Zêdetir bixwîne

23:12

Encama destpêkê: PDK li bazneya 1 a Hewlêrê 4 kursiyan bi dest dixe

Rûdaw

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinan, li bazneya 4 a Hewlêrê, 3 berbijêrên PDKê bi navên Nehro Mihemed Qadir, Sîpan Ezîz û Mihemed Sidîq zêdeyî 30 hezar deng bi dest anîne û serkevtina wan misoger bûye.

Herwiha Cuwan Ebdulla, berbijêra din a PDKê bi kotaya jinan kursiyekê qezenc dike.

Bi vî awayî, Feysel Kerîmxan Biradostî berbijêrê Hevpeymaniya Kurdistan (YNK û Goran) bisernakeve.

Ev encamên tên ragihandin, encamên destpêkê û nefermî ne û dibe guhertin di encaman de çê bibe.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye ku dê di 24 demjimêrên bê de encamên fermî yên hilbijartinan eşkere bike.


Zêdetir bixwîne

23:11

Encamên destpêkê yên parêzgeha Duhokê

Kerkûk

Li gorî encamên destpêkê yên nefermî yên hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Duhokê 8 kursî bi dest xistine, Yekgirtû 2 kursî û YNK jî 1 kursî bi dest xistine.

Piştî hilbijartinên giştî yên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, encamên nefermî hatin belavkirin.

Li gor yasaya nû ya hilbijartinan li Iraqê, parêzgeha Duhokê bo ser 3 herêman hatiye dabeşkirin, û 11 kursiyên vê parêzgehê di parlamentoya Iraqê de hene. Li gor encamên nefermî, PDK li Duhokê 8 kursiyan bi dest dixe, Partiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) 2 kursî, Hevpeymaniya Kurdistanî ku Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) pêk tê, 1 kursî bi dest aniye.

Li gor encamên ku heta niha ji çavkaniyeke taybet ve bi dest Rûdawê ketine, encamên 64 binkeyên li bazneya 3 ya Duhokê ku çar kursî ne, bi vî awayî ye:

Muwefeq Şehab- PDK: 25380 deng

Viyan Sebrî-PDK: 13589 deng

Çiyay Teymûr-PDK: 9962 deng

Xesro Ebdulla-PDK: 12577 deng

Herwiha encama dengdana taybet li 9 binkeyên bazneyên Yek û Du yên Duhokê wiha ye:

Xalid Selîm-PDK: 1576 deng

Cemal Koçer-Yekgirtû: 1515 deng

Sebah Etrûşî-Serbixwe: 317 deng

Evîn Sebah-PDK: 1429 deng

Fehmî Selman-PDK: 1221 deng

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye ku dê di 24 demjimêrên bê de encamên fermî yên hilbijartinan eşkere bike.

Parlamentoya Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê û îro li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê, dengder çûne ser sindoqên dengdanê. Ji bo hilbijartinên îro, nêzîkî 24 milyon kesan mafê dengdanê hebûn.

 

Zêdetir bixwîne

22:08

Li Kerkûkê rêjeya dengên navçeyên Kurdî zêdetir e

Kerkûk

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê yên li Kerkûkê bi dest xistine, rêjeya beşdariya giştî di dengdanê de li vê parêzgehê %22 bûye, lê li navçeyên ku piraniya akinciyên wan Kurd in, rêjeya beşdariyê zêdetir ji cihên din bûye û zêdeyî %35î ye.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, Herdî Mihemed ragihand, encama dengdanê li binkeya Wesbe li Taxa Erefe ya bajarê Kerkûkê ku piraniya niştecihên wê Tirkmen û Ereb in, bi vî awayî ye:

Mardîn Qoçqaya- Berbijêrê Tirkmen: 392 deng

Muheymen Hemdanî-Berbijêrê Ereb: 256 deng

Şaxewan Ebdulla-PDK: 103 deng

Dîlan Xefûr-Hevpeymaniya Kurdistan: 56 deng

Omêd Mihemed-Nifşê Nû: 48 deng

Ala Talebanî-Serbixwe: 32 deng

Li gor zanyariyên peymanêrê Rûdawê li Kerkûkê, daneyên beşeke zêde ya binkeyên dengdanê wiha nîşan didin ku berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê Şaxewan Ebdulla, gelek deng bi dest aniye û piştî wî jî Omêd Mihemed berbijêrê Nifşê Nû û Dîlan Xefûr jî di rêzên duyem û sêyem de cih digirin.


Zêdetir bixwîne

21:36

Encama beşek ji dengan li parêzgeha Neynewayê

Rûdaw

Encamên destpêkê li 8 binkeyên dengdanê yên li Mexmûrê bi vî awayî ye:

Îxlas Dilêmî-PDK: 1357 deng

Tehme Ebdulla-PDK: 1011 deng

Ehlam Remezan-Hevpeymaniya Kurdistan: 955 deng

Rihal Ebd Hisên: Hevpeymaniya Teqeduma Niştimanî: 24 deng


Zêdetir bixwîne

20:22

Encamên dengdana taybet li Herêma Kurdistanê

Rûdaw

Li gor encamên ku peyamnêrên Rûdawê bi dest xistine, rjeya dengan li Herêma Kurdistanê di dengdana taybet de bi vî awayî ye:

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK): %39

Hevpeymaniya Kurdistan: %29 (YNK %18 û Goran %11)

Nifşê Nû: %8

Dengdana taybet a ji bo hilbijartina xûla pêncem a parlamentoya Iraqê, roja Înê 8ê Cotmehê birêveçûbû.


Zêdetir bixwîne

20:08

Encama beşek ji dengan li parêzgeha Kerkûkê

Rûdaw

Tora Medyayî ya Rûdawê, beşek ji encamên dengdana taybet li parêzgeha Kerkûkê aşkere dike.

Rêjeya dengan di dengdana taybet de li bazneya Yek a Kerkûkê:

Şaxewan Ebdullah-PDK: %26

Dîlan Xefûr-Hevpeymaniya Kurdistan: %15.9

Sebah Hebîb- Hevpeymaniya Kurdistan: %12.9

Mueyed Xazî- Hevpeymaniya Kurdistan: %11.4

Ala Talebanî-Serbixwe: %5

 

Zêdetir bixwîne

20:01

Encama beşek ji dengan li parêzgeha Helebce

Rûdaw

Encama dengdanê li wêstgeheke li dibistana Burhan a parêzgeha Helebceyê k user bi bazneya 3 a Silêmaniyê ye, bi vî awayî ye:

Musena Emîn Nadir Hisên-Yekgirtû: 71 deng

Ehmed Heme Reşîd Ehmed-Komel: 30 deng

Eşwaq Caf-PDK: 21 deng

Ariyan Ezîz Ehmed: 21 deng

Çiro Heme Şerîf Ebdulla-Hevpeymaniya Kurdistan: 18 deng


Zêdetir bixwîne

19:52

Encama beşek ji dengan li parêzgeha Duhokê

Rûdaw

Encama dengdana taybet li 9 binkeyên bazneyên Yek û Du:

 

Xalid Selîm-PDK: 1576 deng

Cemal Koçer-Yekgirtû: 1515 deng

Sebah Etrûşî-Serbixwe: 317 deng

Evîn Sebah-PDK: 1429 deng

Fehmî Selman-PDK: 1221 deng

Zêdetir bixwîne

19:40

Encama yekem wêstgeha dengdanê li Hewlêrê

Rûdaw

Encama dengdanê li wêstgeheke bazneya 4 a Hewlêrê wiha ye:

Mihemed Îsmaîl-PDK: 40 deng

Nehle Qadir-PDK: 29 deng

Ebdlsitar Mecîd-Komel: 18 deng

Mijde Îsmaîl: 14 deng

Merîwan Qerenî: 11 deng

Zêdetir bixwîne

19:30

Encamên beşek ji dengdanê li parêzgeha Silêmaniyê

Rûdaw
Encama dengdanê li Wêstgeha Çar a li navenda Peymangeha Komputerê ya Silêmaniyê:

Rêbwar Ewrehman: 36 deng

Yadgar Mehmûd: 20 deng

Şasiwar Emîn: 13 deng

Dara Heme Ehmed: 9 deng

Dana Ehmed : 9 deng

Encama dengên binkeyek li Raniye, bazneya Çar a Silêmaniyê:

Soran Omer: 136 deng

Sirwe Ebdulwahîd: 119 deng

Bedriye Husên: 50 deng

Xerîb Ehmed: 40 deng

Naske Ebdulla: 42 deng

Ebûbekir Bayiz: 16 deng

Amanc Ehmed: 1 deng

Bêhzad Şefîq: 3 deng

Mihemed Hesen: 2 deng

Yaqûb Gorgîs: 1 deng

Encama binkeya Emîn Zekî Beg li bazneya Yek a Silêmaniyê

Rêbwar Ewrehman: 97 deng

Dara Heme Ehmed: 40 deng

Yadgar Mehmûd: 37 deng

Dana Ehmed: 26 deng

Nermîn Marûf: 28 deng

Şasiwar Emîn: 34 deng

Rêbwar Kerîm: 19 deng

Şonas Hisên: 27 deng

Îbrahîm Ehmed: 2 deng

Yaqûb Gorgîs: 2 deng

Şîlan Îsa: 1 deng

Benaz Tahîr: 1 deng

Enasm Manuel: 1 deng

Binkeya Binkure li Salix Axa ya Kelarê

2385 dengder hebûne, 522 kesan deng dane û ji pênc wêstgehan pêk hatiye ku tenê wêstgehek maye, encamp bi vî awayî ne:

Muwefeq Hisên: 118 deng

Şiwan Mihemed: 78 deng

Xalib Mihemed: 27 deng

Karwan Yarweys: 45 deng

Sirwe Mihemed: 38 deng

Hoşyar Omer: 9 deng

Zêdetir bixwîne

18:00

Li Iraqê û Herêma Kurdistanê dengdan bi dawî hat

Li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê di demjimêr 18:00 de deriyên sindoqên dengdanê hat girtin û proseya dengdanê bi fermî bi dawê hat.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye, encamên destpêkê yên hilbijartinan dê di 24 demjimêran de bên aşkerekirin.

 

Zêdetir bixwîne

17:30

Xalid Şiwanî ji Kerkûkiyan re: Beşdar bin, heke na em dê li Kerkûkê winda bikin!

Preskonferansa Xalid Şiwanî û Rêbwar Teha

Xalid Şiwanî ragihand, rêjeya beşdarbûna Kurdan li Kerkûkê li gor rêjeya Turkmen û Ereban pir kêmtir e û got: “Mixabin hinek grûpên şoven di nav pêkhateya Turkmen û pêkhateya Ereb de, li vê hilbijartinê wek proseyeke hilbijartinê û demokratîk temaşe nakin, lê belê wek yekalîkirina nasnameya neteweyî ya Kerkûkê lê temaşe dikin”.

Xalid Şiwanî ku bi navê Komîteya Bilind a Ragihandina Hevpeymaniya Kurdistanê axivî, di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Kerkûk doza mîhwerî û doza Kurdan û hemî Kurdistanê ye. Kerkûk ne doza Kerkûkiyan tenê ye, lê îro şerê hilbijartinê û şerê piştrastkirina nasnameya neteweyî tenê û tenê di stûyê Kerkûkiyan de ye. Lewma em berê xwe didin bira û xwişkên xwe yên Kerkûkî. Rast e Kerkûk doza neteweyî ya her çar parçeyên Kurdistanê ye, lê derencamên hilbijartinê û şerê hevrikiya siyasî şerê Kerkûkiyan e”.

Herwisa Şiwanî ragihand: “Li Kerkûkê her çiqas peyama me peyama aştî û hevjiyanê ye, lê mixabin hinek grûpên şoven ji nav pêkhateya Turkmen û pêkhateya Ereb, li vê hilbijartinê wek proseyeke hilbijartin û demokratîk mêze nakin, lê belê wek yekalîkirina nasnameya neteweyî ya Kerkûkê lê temaşe dikin. Li hemî kuçe û kolanên taxên Ereban, coş û kelecanek danîne pêşber dengderên xwe û dibêjin îro giştpirsî ye li ser çarenivîsa Kerkûkê û li ser nasnameya Kerkûkê, dibêjin dem hatiye ku em piraniya Kurdan li Kerkûkê ji nav bibin, ku ev metirsiyeke mezin e û me çend carên din amaje pê dabû. Kerkûkî her çiqas çend sal in rûbirûyî proseya erebkirinê bûne, xasma di salên borî de li deverên başûrê Kerkûkê û nav Kerkûkê”.

Xalid Şiwanî herwisa anî ziman ku: “Îro merema wan ne birina kursiyan e qasî ku merema wan tunekirina Kurdan li Kerkûkê ye. Wek parlamenterekî wan ku navê me wek xerîb tîne ser zimên û dibêje em ê we ji kok û bingeh ji vî bajarî hil bikin. Lewma Kerkûkiyên emekdar, bi xîret, wêrek û ciwanmêr, ez rica dikim îro roja ciwanmêriyê ye û rojeke dîrokî ye. Rojek e ew çend demjimêrên ku mane û di dîrokê de têne nivîsîn, em serkeftî bin. Heta em sax bin em dikarin şanaziyê bi xwe û hebûna xwe bikin û nifşên li pey me şanaziyê bi me bikin. Lê heke em li malê rûnin û neçin û beşdarî hilbijartinê nebin û Xwedê neke em winda bikin, hingê em ê nasnameya neteweyî ya Kerkûkê ji dest bidin”.

Xalid Şiwanî, bi detayan qala cudahiya dengdanê di navbera Kurd û neteweyên din de li Kerkûkê dike û dibêje: “Dengdan li navçeyên me kêmtir e. Ez bi hejmaran jî dibêjim ji bo ku kes nebêje ev gotin ji bo tirsandinê ne. Li navenda Daquqê li Îmam Husên, ku navendeke Turkmenî ye 1321 kes çûne dengdanê, lê li navenda Biryar ku li navçeyeke Kurdî ye, 231 kes tenê çûne dengdanê. Li Irûbeyê, li dibistana Werka ji sibehê ve ketine dorê de û kolan tijî kirine. Heta dema ku em van gotinan dibêjin, 1200 kesan deng dane. Di demekê de ku li ba me, li dibistanekê ku navê wê Xensa ye 458 kes çûne dengdanê. Heke em di dema ku maye de deng nedin, em ê kursiyekî li bazneya yekê winda bikin”.

Zêdetir bixwîne

17:15

Muqteda Sedir bang li xelkê Iraqê kir

Muqteda Sedir, Rêberê Tevgera Sedir

Muqteda Sedir, Rêberê Tevgera Sedir di peyameke dengî de bang li xelkê Iraqê kir, ku ber bi navendên dengdanê ve biçin û dengê xwe bidin. Sedir di peyama xwe de ragihandiye, nîveya yekem a proseya dengdana giştî bê pirgsirêk bi dawî hat, lê em hêvîdarin di çend demjimêrên bê de xelkê baş û niştimanperwer bêtir û çalaktir deng bidin ji bo pêkanîna reformê.

Muqtedar Sedir di vê peyama dengî de ku li ser tora civakî ya Twitterê belav kiriye, dibêje: “Danê sibê, karnavala hilbijartinê bi bexşîn û serxistinê ji aliyê Xwedê ve bi awayê herî baş bi dawî hat; lewra em hêvîdarin danê êvarê jî di çend demjimêrên bê de bêtir çalakane be, bi îradeyeke bilind bo serxistina çaksaziyê, çimku Iraqê pêdivî bi dengê xelkekî baş û niştimanperwer heye.”

Peyama Muqteda Sedir piştî wê yekê tê, ku li gor raportên destpêkê yên nefermî, rêjeya beşdariya xelkê Iraqê di proseya dengdana giştî ya ji bo hilbijartina gera pêncem a parlamentoya Iraqê gelekî kêm e.

Herwiha Sedir di peyama xwe de behsa reformê kiriye, ku ew jî dirûşmeke serekî ya bangeşeyên lîsta tevgera Sedir di kampînên hilbijartinan de bû.

Îro Yekşemî 10ê Cotmeha 2021, proseya dengdana giştî ya ji bo hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê destpê kir û dê heta demjimêr 18:00 berdewam be. Di hilbijartina îro de nêzîkî 24 milyon kesan mafê dengdanê hene.

 

Zêdetir bixwîne

16:54

Lahûr Şêx Cengî dengê xwe da

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahûr Şêx Cengî

Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahûr Şêx Cengî îro piştî nîvro li navendeke dengdanê li taxa Serçinar a Silêmaniyê amade bû û ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê dengê xwe da.

Dengdana giştî ya ji bo hilbijartina gera pêncem a parlamentoya Iraqê berdewam e û dê demjimêr 18:00 dawî li dengdanê bê.

 

Zêdetir bixwîne

16:15

Mela Bextiyar planeke Bexdayê eşkere dike

Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar

Endamê Encûmena Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar, piştî ku li navendeke dengdanê li Silêmaniyê dengê xwe da, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hilbijartin nexşeyên sereke yên niha yên Iraqê zêde naguhere û got: “Li Bexdayê planek ji bo sererastkirina Madeya 140ê heye. Kêm dengdana Kurdan li navçeyên cihê nakokiyê û Herêma Kurdistanê seng û giraniya Kurdan kêm dike”.

Mela Bextiyar ragihand, piştî hilbijartinê têkiliya Hewlêr û Bexdayê dê heya radeyekê baş bibe, kesê were ser desthilatê pêwîstiya wî bi aramiyê heye, lewra pirsgirêkên budce, petrol, Madeya 140ê, qerebûkirina Enfal û kîmyabaranê divê werin çareserkirin û ji vê kêliyê bi şûn de divê hêzên Kurdistanî bernameyeke wan a hevbeş hebe, bi çend baskan herin Bexdayê, lê yek serî û yek mejî û yek arasteya wan a berjewendiya neteweyî û demokratîk hebe.

Mela Bextiyar diyar kir ku, heya niha prose baş û aram e, kêşe û arîşeyên hilbijartina borî pir kêmtir reng vedane, lê xwezî hemî aliyên siyasî li Iraqê û xasma li Herêma Kurdistanê, piştî libêjindana dawî ya dengan, bi zanîna rêjeya dengan bizanin ku ew rêjeya zêde ya xelkê ku nehatiye dengdanê, ev rexne ye. Ev rexne ye li wan siyasetên ku salên borî hatine meşandin, “divê ev me rahejîne”.

Mela Bextiyar daxwazekê ji wan kesan dike ku heya niha beşdar nebûne yan rexneyên wan hene û nerazî ne û dibêje: “Bila rexneya xwe biguherin û bikin helwesta dengdanê. Rexneya xwe bi deng nedanê neşewitînin. Ku tu wek Kerkûkiyekî, Şingaliyekî, Xaneqîniyekî, Xurmatûyiyekî, Qeretepiyekî, Cebariyekî û Mendeliyekî deng nadî, xasma li hemî navçeyên cihê nakokiyê, bê guman deng nedana Kurdan li Kurdistanê bi giştî û li deverên cihê nakokiyê bi taybetî, zimanê şoven û mezhebperestên Iraqê serdest dike li ser nûnerên me li Bexdayê da ku ji me re bêjin eve we bi xwe li navçeyên xwe deng kêm daye”.

Mela Bextiyar planeke Bexdayê eşkere dike û dibêje: “Li Bexdayê planek ji bo sererastkirina Madeya 140ê heye. Kêm dengdana Kurdan li deverên cihê nakokiyê û Herêma Kurdistanê seng û giraniya Kurdan kêm dike”.

Li ser rewşa navxwe ya YNKê jî, Mela Bextiyar got: “Sarbûna xelkî ji beşdarbûna hilbijartinê ne têkildarî bûyerên nav YNKê yên piştî 8 Tîrmehê ne. Bê guman her pirsgirêkek biqewime bandorê dike, lê pirsgirêka raya giştî li Kurdistanê di hilbijartinên borî de hebû. Ez hêvîdar im pirsgirêk di çarçoveya YNKê de bimînin û derfet were dan da ku pirsgirêk bi belgeyan li ser her kesekî piştrast bû (ez jî di nav de) tedbîrên hizbî derheqê wî kesî de werin wergirtin”.

Mela Bextiyar qala hevpeymaniya Goran û YNKê jî kir û got: “Hevgirtina YNK û Goran bi dilê min e. Hevpeymanî pêngavek ji bo yekbûnê be baş e. Lê heke ev yekgirtin ji bo bidestxistina çend kursiyan be, bi nêrîna min dê ziyandar be”.

Zêdetir bixwîne

15:35

Cîgirê Parêzgarê Duhokê: Rêjeya beşdarbûna xelkê di dengdanê de kêm e

Hilbijartinên Herêma Kurdistan û Iraqê berdewam in

Cîgirê Parêzgarê Duhokê radigihîne ku rêjeya beşdarbûna xelkê di dengdanê de pir kêm e û ji şêniyên parêzgeha xwe daxwaz dike ku di demeke herî zû de serdana navendên dengdanê bikin û xwe derenh nehêlin, çimkî dibe ku hingê dem têra wan hemûyan neke.

Îro yekşemê 10.10.2021, Cîgirê Parêzgarê Dihokê Macid Seyid Salih, li navendeke dengdanê li Duhokê, derbarê awayê birêveçûna dengdanê li Parêzgeha Duhokê ji Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Dihokê Nasir Elî re axivî û ragihand: "Prose bi awayekî pir rêkûpêk birêve diçe. Ti pirsgirêkeke îdarî û ewlekarî tune ye. Heke pirsgirêk hebin jî, pirsgirêkên teknîkî ne li hinek navendan, lê pir kêm in".

Lê bi baweriya Cîgirê Parêzgarê Dihokê Macid Seyid Salih rêjeya beşdarbûna xelkê di dengdanê de, xasma di danê sibehê de pir kêm bû.

Salih got: "Heya demjimêr 10:30ê sibehê, pêşwaziya xelkê û hatina xelkê ji bo vê navenda dengdanê pir kêm e. Heke li navendên dengdanê yên din jî wisa be, pir kêm e. Lewra em daxwazê ji xelkê dikin ku di demeke herî zû de serdana navendên dengdanê bikin û ne bi wê nêtê bin ku hemî piştî nîvroyê serdana navendan bikin. Çimkî wê çaxê qerebalixî çêdibe û dem jî têra xelkê nake. Lewra pêwîst e xelk di demeke herî zû de serdana navendên dengdanê li Dihokê bikin".

Li gor amarên bi dest peyamnêrên Rûdawê ketine rêjeya beşdariya heta demjimêr 12.00 li parêzgeha Duhokê ji sedî 25 bû û rêje berdewam diguhere.

Zêdetir bixwîne

15:14

Komîsyona Hilbijartinan: 627 hezar kes çavdêriya hilbijartinan dikin

Li Iraq û Herêma Kurdistanê 55 hezar û 41 navendên dengdanê hene

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, ragihand ku zêdeyî 627 hezar kesên biyanî û xwecihî û wekîlên aliyên siyasî çavdêriya pêvajoya hilbijartinên parlamentoyê yên pêşwext dikin.

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelay, ji Rûdawê re got: “Hilbijartina pêşwext a xula pêncem a Parlamentoya Iraqê, vê sibê demjimêr 7an destpê kir û heta 6ê êvarê berdewam dibe. 1877 çavdêrên biyanî ku ji tîmên Nûnertiya Yekitiya Ewropa û balyozxaneyên Lubnan, Filîstîn, Brezîlya, Hîndistan, Tirkiye, Japon, Kanada, Almanya, Lîbya, Rûsya, Pakîstan û Awûstralya û herwiha çavdêrên Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Ukrayna û Iraqê, Rêxistina Aştî û Dostanî ya Navdewletî, Rêxistina Hevahengiya Navdewletî, Rêxistina Almanî, Ajansa Navdewletî ya Sîstema Hilbijartinan, Rêxistina NFC, Meclîsa Alîkariyê ya Kendavê, Tîma Komarên Welatên Ereb û Rêxistina Fêrkirin û Pêşxistinê ya Amerîkayê pêk tên çavdêriya dengdanê dikin.”

Cumane Xelay got: “Herwiha 160 hezar û 148 çavdêrên xwecihî çavdêriya hilbijartinan dikin. 465 hezar û 733 wekîlên partiyên siyasî çavdêriya hilbijartinan dikin û 3 hezar û 170 rojnamevanên xwecihî û 510 rojnamevanên biyanî  hilbijartinan dişopînin.”

Cumane Xelay dibêje: “Çavdêr xwedî wî mafî ne, bo çavdêrî û nirxandina pêvajoya dengdanê her navendeke hilbijartinê destnîşan bikin. Çavdêr ji bo çavdêrîkirina çend navendan di demên cuda de dikarin di navbera navendên dengdanê de çûn û hatinê bikin.”

Li Iraq û Herêma Kurdistanê 55 hezar û 41 navendên dengdanê hene. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, ji bo çavdêriya dengdanê bi şertê berbijêrê wan hebe rê daye ku wekîlên hemû aliyên siyasî li her navendekê hebin. Li gor biryara komîsyonê li her navendeke dengdanê 5 kes dikarin çavdêriya dengdanê bikin. 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, pêştir ragihandibû encamên nefermî yên hilbijartinan piştî temambûna dengdanê bi 24 demjimêran eşkere dikin.

Zêdetir bixwîne

14:48

Seroka Şanda Çavdêrîkirina Hilbijartinan: Gefên emnî yên mezin li vê derê hene

Seroka Şanda YE Bo Çavdêrîkirina Hilbijartinan li ser rewşa hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Iraqê daxuyanî da

Seroka Şanda Yekîtiya Ewropayê Bo Çavdêrîkirina Hilbijartinên Iraqê Viola von Cramon derbarê ewlehiya hilbijartinên li Iraqê de got: “Bêguman gefên emnî yên mezin li vê derê hene û berhingariyên-arîşeyên ciddî jî li vî welatî hene, bêguman ev yek ji taybetmendiyên Iraqê ye.

Seroka Şanda Yekîtiya Ewropayê Bo Çavdêrîkirina Hilbijartinên Iraqê Viola von Cramon di daxuyaniyekê de ragihand ku amadekariyên dengdana taybet û herwiha dengdana giştî bi awayekî serekî baş bûn û got: “Wiha dixuye hemû tiştek li cihê xwe be û wiha jî diyar e amûrên elektronîk kar dikin û niha êdî bo dengderan maye biçin dengê xwe bidin û biryar bidin encama hilbijartinan çawa be.”

Viola von Cramon diyar kir ku ew çavdêriya navendên dengdanê dikin û got: “Bêguman gefên emnî yên mezin li vê derê hene û berhingariyên-arîşeyên ciddî jî li vî welatî hene, bêguman ev yek ji taybetmendiyên Iraqê ye, lewra em pişta xwe bi tîmê emnî yê taybet bi xwe girêdidin bo nirxandina emnî ya wan navçeyên ku serdana wan dikin, bêguman em piraniya navçeyên Iraqê dişopînin, çavdêriya navendên dengdanê dikin û zanyariyan kom dikin daku piştre binirxînin û analîz bikin.”

Seroka Şanda Yekîtiya Ewropayê Bo Çavdêrîkirina Hilbijartinên Iraqê da zanîn ku ew di meha Tebaxa îsal de hatine Iraqê û wiha pê de çû: “Dema hatin 12 endamên tîma serekî bûn û li vê derê jî 20 çavdêrên demdirêj hebûn, lewra çavdêrîkirina hilbijartinan ne tenê di roja dengdanê de ye, lê 8 hefte ye em bi wî karî ve mijûl in. Îro li seranserê Iraqê 90 çavdêrên me hene lê wek min got karê me yê girîng ew kar e ku me berî hilbijartinan kiriye.

Raporta destpêkê ji aliyê min ve li vê avahiyê roja Sêşembê 11ê berî nîvro, tê ragihandin û di wê rojê de hun medyakar hemû hatine vexwendin. Bi baweriya min hejmara wan zêde ye, bi baweriya min yek li ser sê yan zêdetir ji yek li ser sê 90 karmendên me pêk tînin.”

Zêdetir bixwîne

13:22

Peyamnêrê Rûdawê: Li Kerkûkê heta niha rêjeya beşdarbûnê negihiştiye %10

Li Kerkûkê beşdariya dengdanê lawaz e

Li Kerkûkê ji ber pirsgirêkên teknîkî û çend arîşeyên din, heta nîvê dema proseya hilbijartinê rêjeya beşdarbûna xelkê li wê parêzgehê kêmî ji %10 bûye.

Peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed ji Kerkûkê ragihand ku îro Yekşemê heta demjimêr 12ê nîvro, li gor wan zanyariyên ji çavkaniyeke taybet wergirtine, rêjeya beşdarbûnê li Kerkûkê negiştiye %10 ku ev amareke gelekî metirsîdar e û di ti hilbijartineke borî de Kerkûkê ew rêjeya metirsîdar di dema nîv rojê de tomar nekiriye.

Li gor şopandina Peyamnêrê Rûdawê yê Kerkûkê ku li navendên dengdanê yên wê parêzgehê kiriye, beşeke zêde ya amûran kar nakin, li navendekê amûrên du heta sê binkeyan ji kar ketine.

Li gor Rêveberê Ofîsa Kerkûkê ya Komisyona Bilind a Hilbijartinan ku ji Peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed re axifiye, pirsgirêka amûran heta berî nîvro hebûye, lê piştî nîvro ew pirsgirêk tê çareserkirin û xelk dikarin biçin deng bidin.

Li aliyekî din ew hemû tedbîrên li derdora navendên dengdanê hatine wergirtin, wiha kiriye xelk bi taybetî jî kesên bi temen bi asanî negihin navendan. Li çend navendên din ên Taxa Musella ya bajarê Kerkûkê, hejmareke zêde ya xelkê çûn daku deng bidin, lê ji wan re hatiye gotin navê we li vir nîne, vê jî wiha kiriye xelk sar bibin û beşeke wan çûne û neamade ne careke din vegerin.

Zêdetir bixwîne

13:20

Bafil Talebanî: Kerkûkê dikin Kurdistana Mam Celal

Bafil Talebanî dibêje Berbijêrî YNKê bo serokkomariyê Berhem Salih e

Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, li Silêmaniyê li navendeke dengdanê dengê xwe bikar anî û ragihand, YNKê dikin YNKya Mam Celal û Kerkûkê jî dikin Kurdistana Mam Celal.

Bafil Talebanî got: “Peyama min gelekî sade ye. YNKê dikin YNKya Mam Celal û bi taybetî Kerkûk, Kurdistanê jî dikin Kurdistana Mam Celal.”

Talebanî derbarê berbijêrê siberojê yê serokkomariya Iraqê yê YNKê de jî got: “Zelal e ku berbijêrê me Berhem Salîh e.” Talebanî derbarê hevpeymaniya ligel Tevgera Goran de jî axifî û got: “Nêzîkbûneke zêde heye û nêzîkbûna me baştir jî dibe.”

Endamê Polîtburoya YNKê Sadî Ehmed Pîre jî îro piştî dengdanê gotibû: “Bûye kevneşopiyek li serokayetiyan, parlamento bo Sunneyan, serokwezîrî bo Şîiyan û serokkomarî bo Kurdan e. Careke din Kurdek dibe serokomar. Di nav Kurdan de jî heta niha bo YNKê ye û ti sedemekê jî nabînim ku ne ji YNKê re be.”

Zêdetir bixwîne

13:05

Elî Bapîr sedema avanekirina 'lîsta hevbeş a Îslamiyan' eşkere kir

Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr

Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê hêvîdar e ku gera bê ya Parlamentoya Iraqê ji gerên berê çalaktir û hişyartir be, bi heman çavî li hemû Iraqiyan temaşe bike û maf û azadiyên hemî aliyan li ber çav bigire. Elî Bapîr dibêje jî, “Heke îslamiyan nikaribû bi lîsteke hevpar beşdar bibin, ziyan nagihîje wan. Çimkî em dikarin paşê di Encûmena Nûneran de bi hev re bin.”

Îro yekşemê 10.10.2021, Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr li bajarê Hewlêrê beşdarî proseya dengdanê bû û di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ez hêvîdar im ku ev prose bi awayekî şaristanî û rêkûpêk birêve here. Encama wê jî cihê razîbûna gelê Herêma Kurdistanê bi taybetî û gelê Iraqê bi giştî be.”

Elî Bapîr herwisa ragihand: “Dê ev gera bê ya Parlamentoya Iraqê ji gerên berê çalaktir û aktîvtir be. Dê bi eynî çavî li hemî Iraqiyan temaşe bike û maf û azadiyên hemî aliyan li ber çav bigire."

Di bersiva nûçegihanê Rûdawê Hadî Selîmî de, derbarê bandora avanekirina lîsteke hevbeş a aliyên îslamî di hilbijartinê de û herwisa li ser dîtina wî ji siberoja Iraqê re û têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê, Serokê Komela Dadgerî Elî Bapîr got, “Heke îslamiyan nikaribû bi lîsteke hevpar beşdar bibin, ziyan nagihîje wan. Çimkî em dikarin paşê di Encûmena Nûneran de bi hev re bin, wek di qonaxa borî de Grûpa 15. Hevpeymaniya Hêviyê (Hîwa) ji îslamî û ne-îlsamiyan ava bû, giraniyeke wê ya baş hebû. Bi kêr tê ku vê carê jî heman ezmûn bi awayekî berfirehtir were dubarekirin.”

Li dor nêrîna wî li gera bê ya Parlamentoya Iraqê, Elî Bapîr dibêje: “Bê guman qisûr û kêmasî di gera borî de hebûn, xasma ku pêkhateyekê serdestî li pêkhateyên din dikir û hinek pêkhate dihatin piştguhxistin. Şîe ku li parlamentoyê pêkhateya sereke bûn, di nav xwe de ne yek bûn. Ez hêvîdar im ku hemî aliyan îbret ji çewtiyên xwe yên dema borî wergirtibin û dev ji ezmûnên tal, çewtî, tiştên pûç û kelevajî berdin û dubare nekin.”

Derbarê mijara pêkanîna hikûmetê jî, Elî Bapîr got: “Em hêvîdar in ne nola kabîneya berê be. Her car gelek bi dûv kabîneyan xistine. Bê guman ev li ser hesabê berjewendiya xelk û cemawer e. Iraq di rewşeke awarte de derbas dibe. Ez hêvîdar im hemî siyasetvan û kesên kursiyên zêdetir tînin û xelk bêhtir palpiştiya wan dikin, bêhtir hest bi berpirsiyariyê bikin û kabîneyê zû pêk bînin.”

Zêdetir bixwîne

13:02

Rêber Ehmed: Sînorê navbera bajaran bo dengderan vekirî ye

-

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, li Hewlêr li navendeke dengdanê dengê xwe bikar anî û ragihand ku tedbîrên Komîsyonê rê didin dengderan bo dengdanê ji bajarekî biçin bajarekî din.

Rêber Ehmed got: “Pêwîst e dengder di dema çûna sînorê bajarekî din de karta dengdanê ligel xwe bibin daku li xalên kontrolê alîkariyê bidin wan.”

Ehmed got: “Hemahengiyeke me ya baş ligel Fermandariya Operasyonan a Nînewa û Kerkûkê heye bo dengderên ku mafê wan ê dengdanê li wan herêman heye, bikaribin vegerin û bi asanî dengê xwe bikar bînin.”

Rêber Ehmed, derbarê parastin û veguhestina sindoqên dengdanê de jî piştî bi dawîbûna pêvajoya hilbijartinê got: “Erkê parastina deng û sindoqan bo polîs hatiye dayîn û herwiha ji bo veguhestina sindoqên dengdanê me erk daye hinek hêzên din jî mil bi mil bi hêzên Pêşmerge re kar bikin û bi tedbîr û daxwazên komîsyonê sindoqên dengdanê dighînin wan cihan ku komîsyon dixwaze.” Ehmed got, xelkê piştrast dikin ku deng û sindoqên dengdanê parastî ne.

Zêdetir bixwîne

12:57

Sadî Pîre: Divê Pêşmerge vegerin wan cihên berê lê bûn

-
-

Endamekî Polîtbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêwîst dibîne Pêşmerge vegerin wan hemû navçeyan ku berê lê bûn, bi taybetî wan cihên ji bin destê DAIŞê rizgar kirine. Derbarê postê bê yê serokkomar de jî got: “Serokkomar bo Kurd dibe, di nav Kurd de jî heta niha bo YNKê ye, ti sedemekê jî nabînim ku bo YNKê nebe.”

Îro Yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê, Endamê Polîtbûroya YNKê Sadî Pîre li Hewlêrê beşdarî proseya dengdanê bû û di civîneke çapemeniyê de got: “Propagandeya hilbijartinê bidawî bû, îro roja dengdanê ye, du roj piştî dengdanê divê aliyên siyasî careke din bi hev re rûnin û bernameyekî deynin ka çawa gotûbêjê ligel Iraq û aliyên siyasî yên Iraqê bikin, li wê yekê bifikirin çar salên bê li Iraqê çi bi dest Herêma Kurdistanê dikeve.”

Li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal ka gelo di wê baweriyê de ye ev hilbijartin rewşa siyasî û nexşeya siyasî li Iraqê biguhere, divê Kurd çi bikin daku Fraksyona Kurdistanî li Bexdayê were pêkanîn, bi hevre biçin Bexdayê û destpêşxeriya YNKê di wê derbarê de, Sadî Pîre got: “Bêguman berê destpêşxeriya me hebûye û niha jî destpêşxeriya me dibe, ku tîmê Kurdî wek yek tîm li Bexdayê li ser mafên rewa û destûrî yên xelkê Kurdistanê têbikoşe.”

Derbarê wergirtina postê serokkomar jî ji aliyê YNKê ve, Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dibêje: “Bûye nerît li Iraqê, serokatî parlamento bo Sunneyan e, encûmena wezîran bû Şîe ye, serokkomar bo Kurd e, careke din jî serokkomar bo Kurd dibe, di nav Kurdan de jî heta niha bo YNKê ye, ti sedemekê jî nabînim ku bo YNKê nebe.”

Derbarê beşdarbûna Kurdan li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de jî, Sadî Pîre got: “Gelekî girîng e, berê rewşeke nîv serbazî, rewşek ku Pêşmerge ji ber nakokiyên navbera Herêm û Bexdayê vekişiyan, ew vekişîn bû meydanek hinekan bi siyaseta mezhebî, fikir û eqliyeta kevin danûstandin ligel Kurdan kirin, divê Pêşmerge vegerin wan hemû cihan ku berê lê bûn, bi kêmanî vegerin wan cihan ku Hêzên Pêşmerge ji DAIŞê rizgar kirine.”

Zêdetir bixwîne

12:22

Komîsyona Hilbijartinan: Amûrên me yên alternatîf hene bo her rewşeke ji nişkave

Îro li çend parêzgehan di amûrên elektronîk ên dengdanê de pirsgirêk derketin

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelay ji Rûdawê re got: “Amûrên komîsyonê yên alternatîf hene ji bo her pirsgirêkeke ku di amûrên elektronîk de derkevin. Herwiha planên me yên alternatîf hene bo her bûyereke ji nişkave. Derbarê vê de jî li hemû parêzgehan lijneyeke teknîkî hatiye avakirin.”

Cumane Xelay got: “Lijneyeke teknîkî heye ku ji nêzîka 100 kesan pêk hatiye û ev lijne derbarê pirsgirêkeke teknîkî ku di amûrên dengdanê de derkeve li seranserê Iraqê berdewam bi binkeyên dengdanê re di peywendiyê de ye. Eger di amûran de pirsgirêk derkeve, amûrên me yên alternatîf hene. Amûr ji ber xirap bikar anîna berpirsên binkeyan têk diçin. Her tiştekî bi vî awayî diqewime, heta bê çareserkirin lijneye teknîkî amûreke din peyda dike.”

Îro li çend parêzgehan di amûrên elektronîk ên dengdanê de pirsgirêk derketin û ev bû sedema nîqaşan û li çend navendan dengder ji bo dengdanê bi neçarî li bendê man heta pirsgirêk hatin çareserkirin.

Zêdetir bixwîne

11:52

Ebdilwahid: Hevwelatî dikarin rojeke dîrokî tomar bikin

-

Serokê tevgera Nifşê Nû ˈNewey Niwêˈ piştî dengdanê li navendeke Silêmaniyê ji medyayê re ragihand ku îro rojeke dîrokî ye û got: “Ez daxwazê ji hevwelatiyan dikim ku beşdarî hilbijartinê bibin.”

Serokê tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdilwahid radigihîne, hevwelatî îro dikarin rojeke dîrokî ya mezin tomar bikin û em çaverê dikin encamên hilbijartinê di berjewendiya hevwelatiyan de bin. Ebdilwahid daxwazê ji xelkê dike ji bo pêkanîna guherînan beşdarî hilbijartinê bibin.

Li ser kesên ku heya niha biryar nedane deng bidin got, ew hêvîdar in zêdetirîn kes beşdarî proseya dengdanê bibin çimkî ev derfetek e ji bo ku tu bi dengê xwe welatê xwe biguherî.

Li dor pêkanîna hikûmetê û şêwaza beşdarbûna tevgera wî, Şasiwar Ebdilwahid radigihîne ku piştî kutabûna hilbijartinê û derketina encaman ew dê di vî warî de biryara xwe bidin.

Derbarê dengdana taybet ragihand: “Hilbijartina taybet pir bi pakî û bedewî birêve çû. Em çaverê dikin hilbijartina giştî jî wek a taybet bêyî pirsgirêk birêve biçe.”

Îro bi beşdariya 24 milyon û 29 hezar û 927 dengderan li Iraq û Herêma Kurdistanê proseya dengdana giştî ji bo hilbijartina 329 endamên Parlamentoya Iraqê birêve diçe, ku li heşt hezar û 273 navendên dengdanê li hemû Iraq û Herêma Kurdistanê dibe. Ew navend ji 55 hezar û 41 wêstgehên dengdanê pêk tên. Li her wêstgehekê mafê dengdanê yê nêzîkî 450 dengderan heye.

Zêdetir bixwîne

11:49

Muqteda Sedir daxwazek ji dengdêran kir

Muqteda Sedir

Muqteda Sedir derbarê ji karketina amûrên dengdanê dibêje, ji karketina amûrên dengdanê “Naşirînkirina proseya demokrasiyê ye”. Muqteda Sedir herwiha daxwazekê ji xelkê dike û dibêje: “Heta tu deng nedî terka navenda dengdanê neke”.

Proseya dengdana giştî ji bo hilbijartina endamên Parlamentoya Iraqê demjimêr 07:00 sibeha îro dest pê kir. Lê prose rastî çend pirsgirêkan hat, wek rawestana amûrên dengdanê û dereng vekirina navendên dengdanê.

Sedir dibêje: “Piştî ku nûçeya ji karketina amûrên dengdanê gihişt me, beşek ji wan ji aliyê pisporan ve hatin çêkirin. Spas ji komisyonê re û spas ji çavdêrên navdewletî re”.

Li ser ji karketina hinek amûrên dengdanê, Muqteda Sedir di twitekê de got: “Ji karketin yan ji karxistina amûrên dengdanê rûşandin û naşirînkirina proseya demokrasiyê ye”.

Muqteda Sedir yek ji wan serkirdên Iraqî bû ku hema piştî vekirina navendên dengdanê dengê xwe da. Sedir di twita xwe de daxwazekê ji xelkê dike û dibêje: “Heta tu deng nedî terka navenda dengdanê neke”.

Zêdetir bixwîne

11:17

Mesrûr Barzanî bang li dengderan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê deng da
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê deng da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hilbijartina pêşwext a Iraqê de deng da û daxwaz kir ku hemû dengder biçin û deng bidin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Pîrmamê piştî ku dengê xwe di hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê de da, li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got, “Hêvîdar im proseya hilbijartina parlamentoya Iraqê, bi şêweyekî aştiyane birêve biçe.”

Mesrûr Barzanî di wê peyama xwe de got, “Daxwaz ji hemû dengderan dikim ku dengê xwe bidin.”

Li hemû parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê îro hilbijartina pêşdem birêve diçe ji bo hilbijartina 329 parlamenteran bo Parlamentoya Iraqê.

Li gor Komisyona Hilbijartinên Iraqê, hejmara kesên ku mafên wan ê dengdanê di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de heye, 24 milyon û 29 hezar û 927 dengder in; ku li heşt hezar û 273 navendên dengdanê li hemû Iraq û Herêma Kurdistanê deng didin. Ew navend ji 55 hezar û 41 wêstgehên dengdanê pêk tên. Li her wêstgehekê jî mafê dengdanê yê nêzîkî 450 dengderan heye.

 

Zêdetir bixwîne

10:40

Li kîjan navçeyan pirsgirêk di amûrên dengdanê de heye?

Umîd Xoşnav dibêje li Hewlêr, Pîrmam, Mêrgesor û Xebat pirsgirêk di amûrên dengdanê de hene

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnav ragihand ku li Hewlêr, Pîrmam, Mêrgesor û Xebat pirsgirêk di amûrên dengdanê de hene û ji bo çareserkirinê bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan re di peywendiyê de ne.

Umîd Xoşnav ji Rûdawê re got: “Li Hewlêrê demjimêr 7ê sibê wek bajarên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê pêvajoya hilbijartinê destpê kir. Li Hewlêrê milyonek û 159 hezar û 700 kes dikarin li 498 navendên dengdanê dengê xwe bidin.”

Umîd Xoşnav got: “Heta niha bi taybetî li Hewlêr, Pîrmam, Mêrgesor û Xebat çend pirsgirêk di amûrên dengdanê de hene. Em ji bo çareserkirinê bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan re di peywendiyê de ne û soz dane di demeke kurt de çareser bikin.”

Xoşnav derbarê tedbîrên ewlekariyê de jî got: “Lijneye Ewlekariyê ya Hewlêrê planeke giştî bo birêveçûna pêvajoyê amade kiriye û em welatiyan di vî warî de piştras dikin.”

Çavdêrê Hilbijartinan û Rêveberê Şaxa Yasayî li Ofîsa Herêma Kurdistanê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Hawkar Karzan jî ji Rûdawê re got: “Di amûrên pencemorê yên dengderan de ti pirsgirêkek nîne û yên tiliyên wan naxwînin zêdetir gundnîşînin ku ji ber karkirinê tiliyên wan saf bûne. Heta niha pêvajoya dengdanê bi başî û aramî birêve diçe.”

Ji bo hilbijartina nûnerên Xula Pêncem a Parlamentoya Iraqê, îro Yekşemê xelk li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê diçin ser sindoqên dengdanê. Di hilbijartinan de mafê 23 milyon û 986 hezar û 741 kesan ê dengdanê heye.

Zêdetir bixwîne

10:39

Rêwaz Fayeq: Guhertinên mezin li Iraqê çêdibin

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq deng da
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq deng da

Seroka Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku li gor rapirsî û encamên nefermî yên dengdana taybet guhertinên gelekî mezin di nexşeya siyasî ya Iraqê de çêdibin û bo Kurd û Kurdistaniyan jî got: “Divê bi yekrêzî biçin Bexdayê bo bidestxistina mafên xelkê Kurdistanê û cîbicîhkirina wan maddeyên destûrî ku di berjewendiya Kurdistanê de ne.”

Îro Yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq li bajarê Hewlêrê beşdarî proseya dengdanê bû û di civîneke çapemeniyê de got: “Em wek hemû welatiyên Herêma Kurdistanê ligel hevjîn û kurên xwe beşdarî proseya dengdanê bûn bo hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê.”

Seroka Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hemû welatiyên Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi taybetî û hemû welatiyên Iraqê kir ku beşdarî proseya dengdanê bibin bo hilbijartina nûnerên hêja û dilsozên xwe daku bandora wan di pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê,  pêkanîna Encûmena Nûnerên Iraqê û avakirina siberojê de hebe.

Li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal derbarê gelo bi vê hilbijartinê ti guhertinek di rewşa siyasî û nexşeya siyasî ya Iraqê de çêdibe û divê Kurd çi bikin daku şerê cîbicîhkirina maddeyên destûrî bikin û pirsgirêka butçe û mûçe çareser bikin, Rêwaz Fayeq got: “Ji hemû tiştekî girîngtir ku behs bikin niha encama hilbijartinan derneketiye, lê li gor rapirsiyan guhertinên gelekî mezin di nexşeya siyasî ya Iraqê de çêdibin, li gor encamên nefermî yên dengdana taybet guhertin guhertinên mezin nabin di nexşeya siyasî de bi giştî.”

Rêwaz Fayeq got: “Bo Kurd û Kurdistaniyan girîng e bi yekrêzî biçibn Bexdayê bo bidestxistina mafên xelkê Kurdistanê û cîbicîhkirina wan maddeyên destûrî ku di berjewendiya Kurdistaniyan de ne, ji ber di dawî de xala hevbeş a hemû aliyekî ew e ku berjewendiya xelkê Kurdistanê di ser berjewendiya hemû partiyên siyasî re ye.”

 

Zêdetir bixwîne

10:25

Selahedîn Behaedîn: Divê nûnerên Kurd bi hev re kar bikin

Selahedîn Behaedîn

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje, pêdiviya gelê Kurdistanê ji hemû gelên Iraqê zêdetir bi beşdarbûna proseya dengdanê heye û divê piştî hilbijartinê nûnerên Kurd li Bexdayê bi hev re kar bikin.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn îro Yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê li bajarê Silêmaniyê li navendeke dengdanê deng da û hêvî kir proseya dengdanê bi nezahet û paqij bidawî bibe.

Selahedîn Behaedîn got: “Ev dengdan bûyereke girîng û dîrokî ya gelê Iraqê bi giştî ye û bi taybetî bo gelê Kurdistanê girîngiyeke wê heye beşdarî proseyeke demokratîk û heta astekî baş aram bibe. Hêvîdar im gelên Iraqê bi rêya proseya dengdanê bikaribin guhertineke mezin di hikumraniya xwe de bikin, ji ber rewşa Iraqê û hikumraniya Iraqê heta van salên me dît piştî rûxana rejîmê, mixabin wek pêwîst nebû.”

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bibîr xist ku gelê Kurdistanê gelek talî û şêrînî dîtiye û got: “Lê tişta heye û hêvî ye, piştî vê nûnerên me li Bexdayê bi wayekî ciddî bikaribin berevanîkarekî baş bin û hemû yên hêja ne bo wî erkî, biçin wê derê.” Li ser pirsekê derbarê bêzarbûna beşekî xelkê ji çûna ser sindoqên dengdanê, Selahedîn Behaedîn got: “Şaş e ji ber bêzariyê kesek mafê xwe, nevî û zarokên xwe jî bişewitîne. Çi di warê yasayî de, çi di warê şer`î û çi di warê siyasî de, divê hemû beşdar bin. Pêdiviya gelê Kurdistanê ji hemû gelên Iraqê zêdetir bi beşdarbûnê ye.”

Derbarê qonaxa piştî hilbijartinê de jî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê got: “Bêguman nûnerên Kurdistanê li Iraqê, divê li Bexdayê bi hev re kar bikin, tehemûla hev bikin û fam bikin ku erkekî mezin ê neteweyî li ser mile wan e û divê bi hev re kar bikin.”

Zêdetir bixwîne

10:08

Emar Hekîm hişyarî da

Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm deng da
Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm deng da

Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm ji bo beşdarkirina hilbijartinên parlamentoyê bang li xelkê Iraqê kir û got: “Em dibêjin pêwîst e bi azadane deng bidin û rê nedin hîç alî û kesekî ku me neçar bike deng bidin kesekî ku em jê nerazî ne. Em dibêjin bi haydarî deng bidin, wate deng bidin kesekî hêjayî baweriyê be.”

Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm piştî ku li navendeke dengdanê, deng xwe bikar anî û got: “Rojeke mezin û girîng e û rojeke dîrokî ye di pêvajoya siyasî û dîroka Iraqa nû de.”

Emar Hekîm diyar kir ku hilbijartina pêşwext daxwaza tevgera Tişrîn û civakî bû û desthilatê ew daxwaz qebûl kir û hêzên siyasî jî piştgirî kirin û civaka navdewletî pêşwazî lê kir.

Hekîm got: “Em îro beşdarî vê karnawalê dibin. Destûr bidin çar peyaman bidim. Peyama yekem bo gelê Iraqê ye; beşdarbûna berfireh di van hilbijartinan de serkeftineke bo bidestanîna mafên xelkê ye, ji ber wê bi handana merciyeta pîroz biçin bo bidestanîna mafên gelê Iraqê. Em dibêjin pêwîst e bi azadane deng bidin û rê nedin hîç alî û kesekî ku me neçar bike deng bidin kesekî ku em jê nerazî ne. Em dibêjin bi haydarî deng bidin, wate deng bidin kesekî hêjayî baweriyê be.

Serokê Tevgera Hîkme eşkere kir ku peyama wî ya duyem bo hikûmeta Iraqê û Komîsyon û hêzên ewlekarî û hemû saziyên peywendîdar ên bi pêvajoya hilbijartinê ye û got: “Ez ji we re dibêjim; di nav plandanan bo hilbijartinan û cibîcîkirina ew planan de cudahiyên mezin hene, îro çavê cihanê li rast û diristbûna hilbijartina ye û pêwîst e Iraq şiyana xwe li encamdana hilbijartineke şefaf û bêkêmasî îspat bike û herwiha dengên xelkê biparêze. Pêwîst e hikûmet û komîsyon li beramber wan hemûyan bisekine ku dixwazin di hilbijartinan de sextekariyan bikin.

Peyama sêyem a Hekîm bo civaka navdewletî bû ku piştgiriya van hilbijartinan kirine û peyama piştgiriyê bo Iraqê şandine û got: “Em spasiya civaka navdewletî dikin ku bi şandina çavdêran li Iraqê alîkariya pêvajoya demokrasiyê dikin.

Peyama çaran a Hekîm bo hêzên siyasî û berbijêran bû ji wam re jî got: “Me hemûyan plan û bername bo gelê Iraqê hene, rê bidin bila bi dilê xwe û azadî û bêyî ku zext li ser wan bê kirin deng bidin û karekî nekin ku bi sextekarî hewl bidin bo bandorê li ser dengdêran bikin.”

Zêdetir bixwîne

10:04

Parêzgarê Silêmaniyê: Trafîka navbera bajaran asayî ye

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir piştî dengdanê li navendeke dengdanê ji rojnamevanan re got, di navbera bajaran de ti qedexeyeke çûn û hatinê nîne û trafîk normal e.

Pêvajoya hilbijartinan li Iraq û Herêma Kurdistanê birêve diçe û berdewam e. Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, ji welatiyan daxwaz dike ku beşdarî pêvajoya dengdanê bibin û dibêje, hêvî dikim dengdan pêvajoya siyasî ya Iraqê biguhere.

Heval Ebûbekir got: “Trafîka navbera bajaran ranewestiya ye û berdewam e. Îro wek rojên din bazar û dikan vekirî ne û hemû tedbîrên parastin, aramî û asayîşê bo birêveçûna hilbijartinan amade ne.”

Ebûbekir, daxwaza parastina aramî û asayişê kir û got: “Hêvî dikin çawa propagandeya hilbijartin û dengdana taybet bi aramî birêve çû, dengdana giştî jî bi aramî birêve biçe.”

Ji bo hilbijartina nûnerên Xula Pêncem a Parlamentoya Iraqê, îro Yekşemê xelk li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê diçin ser sindoqên dengdanê. Di hilbijartinan de mafê 23 milyon û 986 hezar û 741 kesan ê dengdanê heye.

Zêdetir bixwîne

09:44

Qubad Talebanî: Divê nûnertiyeke bihêz a Kurdan li Bexdayê hebe

Qubad Talebanî deng da
Qubad Talebanî deng da

Serokê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand: “Hilbijartin proseyeke demokratîk e û heke em bi tîn û germî beşdarî wê bibin, em wiha beşdarî bihêzkirina welatê xwe û proseyeke siyasî dibin. Divê nûnertiyeke bihêz a Kurdan li Bexdayê hebe.”

Serokê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talebanî piştî ku li navendeke dengdanê li Silêmaniyê dengê xwe da, ragihand: “Piştî hilbijartinê hinek babetên têkildarî Herêma Kurdistanê hene ku divê alî li ser wan hevgirtî bin, ku pêwîstiya wan bi yekhelwestî û hevdengiyê heye.”

Li ser posta serokatiya komarê jî, Qubad Talebanî tekez dike ku YNK hewla bidestxistina posta serokkomariya Iraqê dide.

Qubad Talebanî derbarê hevgirtina aliyên Kurdî piştî hilbijartinê dibêje, “Her nêrîneke ku têkildarî aramiyê be, em amade ne gotûbêj bikin û gengeşeyê li ser bikin.”

Serokê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê, daxwaz ji şêniyên navçeyên cihê nakokiyê kir ku biçin deng bidin û Kurdistanîbûna wan deveran bi dengê xwe piştrast bikin û got: “Beşeke giring a pirsgirêkên gelê Kurd li Bexdayê ne. Lewra pêwîst e nûneratiyeke bihêz a Kurdan li Bexdayê hebe. Ez bi giştî bi proseyê dilxweş bûm, lê nikarim pêşbîniya encaman bikim.”

 

 

Li hemû parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê îro hilbijartina pêşdem birêve diçe ji bo hilbijartina 329 parlamenteran bo Parlamentoya Iraqê.

Li gor Komisyona Hilbijartinên Iraqê, hejmara kesên ku mafên wan ê dengdanê di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de heye, 24 milyon û 29 hezar û 927 dengder in; ku li heşt hezar û 273 navendên dengdanê li hemû Iraq û Herêma Kurdistanê deng didin. Ew navend ji 55 hezar û 41 wêstgehên dengdanê pêk tên. Li her wêstgehekê jî mafê dengdanê yê nêzîkî 450 dengderan heye.

Zêdetir bixwîne

09:34

Berhem Salih: Ev hilbijartin ji yên berê cudatir e

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih

Serokkomarê Iraqê deng da û di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan ragihand, îro rojeke giring û dîrokî ye û hêvî xwest hevwelatiyên Iraqê bikarin beşdarî destnîşankirina qedera xwe bibin. Berhem Salih got jî, “Ev hilbijartin ji hilbijartinên borî cuda ye.”

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih sibeha îro demjimêr 07:45 xulek li otêla Reşîd li bajarê Bexdayê beşdarî proseya dengdana pêşwext bû û dengê xwe da, ku navendeke dengdanê ye û ji bo berpirsên bilind hatiye destnîşankirin.

Serokkomarê Iraqê ji medyayê re axivî û got: “Îro rojeke giring e ji bo hemû pêkhateyên Iraqê, gelê Kurdistanê jî di nav de. Beşdarbûna di pêvajoya hilbijartinê de giring e da ku dengê hevwelatiyan di destnîşankirina siberoja welatê wan de şênber bibe”.

Derbarê cudahî û taybetmendiya vê hilbijartinê li gor hilbijartinên borî, Berhem Salih anî ziman ku: “Ev hilbijartin ji hilbijartinên borî cuda ye. Hilbijartineke pêşdem e. Dê çend mijarên giring ên çarenivîssaz derbarê hevwelatiyan û derbarê siberoja Iraqê tê de werin yekalîkirin”.

Serokkomarê Iraqê herwisa diyar kir ku: “Em ê sibe bigihin wê armanca ku em pêngavan ji bo wê davêjin. Îro roja hevwelatiyan e. Îro hevwelatî gotina xwe dike û dengê xwe dide. Dê sibe guhê me li encaman bibe û bi piştgirêdana bi biryara welat, bi alîkariya Xwedê em ê ber bi wê armancê biçin ku em dixwazin."

Li hemû parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê îro hilbijartina pêşdem birêve diçe ji bo hilbijartina 329 parlamenteran bo Parlamentoya Iraqê. Li gor Komisyona Hilbijartinên Iraqê, hejmara kesên ku mafên wan ê dengdanê di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de heye, 24 milyon û 29 hezar û 927 dengder in; ku li heşt hezar û 273 navendên dengdanê li hemû Iraq û Herêma Kurdistanê deng didin. Ew navend ji 55 hezar û 41 wêstgehên dengdanê pêk tên. Li her wêstgehekê jî mafê dengdanê yê nêzîkî 450 dengderan heye.

Zêdetir bixwîne

09:15

Li Kerkûkê beşdariya dengdanê lawaz e

-

Li Kerkûkê pêvajoya dengdanê berdewam e û heta niha gelek kêm kes diçin navendên dengdanê.

Demjimêr 7ê sibeha îro 10ê Cotmeha 2021ê wek parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê li parêzgeha Kerkûkê jî pêvajoya dengdanê destpê kir.

Peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamaddîn, piştî destpê kirina pêvajoya dengdanê bi 2 demjimêran ragihand: “Li bajarê Kerkûkê pirsgirêka beşdarîkirina xelkê di pêvajoya dengdanê de heye. Heta vê demjimêra ez diaxifim ku demjimêr nêzîka 9ê ye tenê 5 kes bi daxwaza dengdanê hatin ev binkeya dengdanê. Çaran deng da û yek jî navê wî li vê binkeyê nebû.”

Peyamnêrê Rûdawê got: “Li vê binkeya dengdanê 7 navendên dengdanê hene û biryare 4 hezar û 300 kes li vê binkeyê deng bidin. Li nav bajarê Kerkûkê ku cihê rikeberiye tund ya pêkhateyên Kurd, Turkmen û Ereb e, xelkekî gelek kêm berê xwe daye sindoqên dengdanê.”

Zêdetir bixwîne

08:05

Hikûmetê li ser rojên bêhnvedanê daxuyanî da

Logoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da roja duşemê jî li gel îro yekşemê li hemû dezgehên Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî be.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber beşdarîkirina hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê di roja dengdanê de ji bo parastina aramiya bingehên dengdanê û mana hejmarek fermanber li ser sindoqên dengdanê, heya wê dema ku deng têne cudakirin, herweha çûna hejmareke zêde ya dengderan bo derveyî bajar ji bo ku deng bidin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye roja duşemê jî li gel roja Yekşmeê bibe bênvedana fermî.

Berî niha Emîndariya Giştî ya Encûmena Wezîrên Iraqê ragihandibû, ji ber hilbijartinan rojên yekşem û duşemê li hemû dezgehên hikûmetê bênvedana fermî ye.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw şeva bûrî ji Rûdawê re ragihand, roja yekşemê wate îro di roja dnegdanê de ji bo hilbijartinên pêşwext yê Iraqê, bazar û mall girtî dibin lê çûn û hatina di navbera parêzgehan de vekirî ye û got jî, daxistina bazar û cihên giştî di roja dengdanê de, biryara komisyonê ye ne hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Komîteya Ewlekarî ya Parêzgeha Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Îro yekşemê çûn û hatina welatiyan bi otombîlê û di nava bajar û qeza û nahiyeyên Hewlêrê de asayî ye herweha bazgehên Hewlêrê jî li gel parêzgehên din yê Herêma Kurdistanê vekirî dibin.

Komîteya Ewlekarî ya Parêzgeha Hewlêrê dibêje, di roja dengdana giştî de hemû mall, markêt û bazarên milî yên di nava taxan de girtî dibin tenê rê bi xwaringehan hatiye dayîn vekirî bin.

Hilbijartina giştî ya bo parlamentoya Iraqê îro bireve diçe û berbijêr ji bo bidestxistina 329 kursiyên parlamentoyê rikaberiyê dikin. 

Zêdetir bixwîne

07:20

Kazimî bo Iraqiyan: Deng bidin û rastiya xwe biguherin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li navendeke dengdanê ya li Herêma Kesk deng da

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di hilbijartinên giştî yên pêşwext de dengê xwe bikar anî, "Min dixwest wekî yekemîn dengdêrê ku deng daye bêm tomarkirin.” Kazimî herwiha got: “Divê bi rêya sindoqên dengdanê vê rastiya xwe biguherin, banga min bo Iraqiyan ew e ku deng bidin.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li navendeke dengdanê ya li Herêma Kesk deng da.

Misefa Kazimî bangî Iraqiyan kir ku deng bidin û got: “Li gor min baş bû îro yekem dengder bim li wê navenda dengdanê û deng bidim. Min daxwaza hilbijartina pêşwext kir, me daxwaz kir roja 6ê Hezîrana borî, dema hilbijartinê be, hinekan daxwaz kir hilbijartin bo bihara 2022an bê paşxistin, me got na û divê hilbijartin di 10ê Cotmehê de be û îro jî 10ê Cotmehê ye. Îna borî dengdana taybet bû, îro jî dengdana giştî ye. Wek me soz da gelê xwe û me soza xwe jî anî cih, em ligel gelê xwe rastgo bûn, ev derfeta guhertinê ye, ligel wêya gumana hinekan hebû ku hilbijartin roja 10ê mehê nayê kirin. Niha hibra mor bi tiliya min ve ye, bi saya Xwedê bi tiliya hemû Iraqiyan ve dibe.”

Kazimî diyar kir kuev hilbijartina yekem e ku qedexeya derketina derva nîne û got: “Divê hemû beşdarî guherîna vê rastiya me bin. Banga min bo Iraqiyan, heta niha îro jî dem bo me heye, biçin deng bidin û rastiya xwe biguherin, ji bo Iraq û siberoja xwe. Banga duyem, bo wayên ku du dil in, pişta xwe bi Xwedê girêdin û kesên maqûl hilbijêrin, bo siberoja xwe û siberoja Iraqiyan. Ji 2003an ve ev yekemîn hilbijartin e, bêyî qedexeya çûn û hatinê tê kirin. Ev yekem hilbijartin e serokwezîr beşdarî hilbijartinê nabe, daku peyamekê bighîne, ku fermanrewa xizmetkarê gel e, berê dabeşbûna civakî hebû ji ber Bizava Tişrînî, ku daxwaza reformeke civakî ya rastgo dikir, îro divê em hemû beşdarî guherîna rastiya Iraqê bibin.”

Di berdewiya axavtina xwe de Kazimî bal kişand li ser rewşa Iraqê û got: “Ev derfet e bo me, ev derfet e bo me, ev derfet e bo me, ey Iraqiyên pêlewan biçin bi xwe rastiya xwe biguherin. Derfeteke me heye, hinek dibêjin, hikûmet di dosyeyên derve û emnî de serkeftî bû, di dosyeya aborî de şikestiye, ez jî dibêjim hikûmet di dosyeyên derve û emnî de serkeftî bû, û sibe Duşemê, destkefteke mezin a emnî dibihîzin, îro ranaghînin bo wê yekê ye daku derfetê bidin hilbijartinê û parêzerê Iraqiyan be. Ji wan re jî dibêjim ku behsa wê yekê dikin hikûmet di dosyeya aborî de şikestiye, vaye hikûmet kêmî salekê serkeftî bûye ku 12 milyar dolar yedek dabîn kiriye, bi wê rewşa hilweşîna bihayê petrolê û krîza Coronayê jî, di dewletekê de nîv miflis bûye, hikûmet di pêşkêşkirina kaxeza spî ya reformê de serkeftî bûye. Pêdiviya kaxeza sipî ya reformê bi sê heta pênc salan heye daku Iraq rabe ser piyan, derfeta me bo reforman heye, daku Iraq bibe wek welatên pêşketî. Pêdiviya me bi serkirdayetiyeke hişyar heye, pêdiviya me bi wê yekê ye Iraqî wan kesan hilbijêrin ku li berjewendiyên welatê xwe difikirin, hêviya hemû serkeftinekê dixwazim, peyama min a dawî jî derkevin, derkevin, derkevin.”

Zêdetir bixwîne

07:20

Nêçîrvan Barzanî: Divê hemû hêzên Kurdistanî li Bexdayê yekdeng bin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî deng da
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî deng da

Serokê Herêma Kurdistanê demjimêr 07:00 deng da û hêvî kir ên ku diçin parlamentoyê bikaribin berevaniyê li hemû aliyekî bikin û got, piştî hilbijartinê hemû aliyên siyasî vedixwînin Serokatiya Herêma Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pirsyareke Rûdawê derbarê pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê de got: “Tişta ez hêvî dikim, hemû hêzên Kurdistanî piştî hilbijartinê, em hemû li Bexdayê yekdeng bin bo parastina mafên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqa federal de. Herwiha hêvîdar in parlamentoya siberojê, bo çareserkirina pirsgirêkên hemû Iraqiyan be. Me her car gotiye gelê Iraqê hêjayê jiyaneke baştir e ji wêya ku heye, em dixwazin fikra serekî li ser dîtina derfeta kar bo ciwan û nehiştina gendeliyê be. Li ser avakirina dewleta sazumanî be.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî da ku “wek Kurdistanê, wek erkê xwe di çarçoveya destûrê de hemû erkên li ser in cîbicîh dike.” Nêçîrvan Barzanî ku yekem serkirde bû li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê deng da, got: “Kêfxweş im ku yekem kes bim min deng daye. Ew mafê yasayî yê her kesekî/ê ye deng bide.”

Piştî dengdanê, Serokê Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî gelê Iraqê kir û got: “Peyama min bo hemû gelê Iraqê, peyama aştiyê ye, peyama biratiyê ye. Peyam ku em hemû bi hev re divê hewl bidin rewşa Iraqê ber bi baştir ve bibin. Em hemû di nav yek papûrê de ne, divê em hemû hewlên ciddî bidin Iraq serkeftî be.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi yekem pêngava piştî hilbijartinê da ku divê aliyên siyasî biavêjin û got: “Piştî hilbijartinê aliyên siyasî vedixwînin û gotûbêjeke ciddî dikin, daku bikaribin bi çi awayekî beşdar bibin, bikaribin bi çi awayekî em hemû bi hev re beşdarî hikûmeta siberojê bibin. Li gor hilbijartinên derbasbûyî, aliyên Iraqî di dema propagandeya hilbijartinê de kêmtir êrîşî Herêma Kurdistanê kirin. Armanca me ew e ku ew bawerî bê çêkirin. Bi baweriya min bi awayekî giştî, her hikûmetek li Bexdayê were ser desthilatê, divê bala wê li ser wê yekê be xizmetguzariyê pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê bike.”

 

 

Derbarê siberoja peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî piştî hilbijartinê, Serokê Herêma Kurdistanê got: “Herêma Kurdistanê wek herêmeke destûrî di çarçoveya Iraqê de heye. Herêma Kurdistanê dixwaze wan hemû pirsgirêkên ku mane bi diyalogê û li ser masaya gotûbêjê bên çareserkirin. Berê jî ev siyaseta Herêma Kurdistanê hebû. Niha jî heman ew siyaseta Herêma Kurdistanê heye. Herêma Kurdistanê dizane hem mafê wê heye û hem erkê wê jî heye.” Nêçîrvan Barzanî got: “Tişta bo Herêma Kurdistanê girîng e aramiya Iraqê ye. Bi baweriya min bi çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê digihin wê armancê.”

Di dema propagandeya hilbijartinê de careke din Kurd bi taybetî PDK vegeriya navçeyên cihê nakokiyê. Nêçîrvan Barzanî got: “Ev pêngaveke rast bû, ji ber li gor yasayan mafê her partiyekê heye propagandeyê bike. Ew pêngav bo propagandeya hilbijartinê girîng bû, lê mijar ne vekirina baregahê partiyekê ye li Kerkûkê yan cihekî din. Maddeyeke me ya destûrî heye ku Maddeya 140ê ye, Herêma Kurdistanê dixwaze di çarçoveya Iraqê de wê maddeya destûrî cîbicîh bike. Bi cîbicîhkirina wê maddeyê, li gor me hem aramî vedigere wan navçeyan, hem xelk jî li hemû Iraqê kêfxweş dibin, bibînin pirsgirêk hatine çareserkirin.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Gelekî girîng e pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraqê bihêz be. Kurd wek neteweyek di nav Iraqê de dijîn. Lewra rola Kurd li Bexdayê piştî 2003an gelekî girîng bû. Em dixwazin di başkirina hemû rewşa Iraqê de rola xwe bibînin.”

 

 

Li aliyê din Serokê Herêma Kurdistanê li ser hesaba xwe ya torên civakî jî li gel hejmareke wêne, peyamek belav kir û ragihand, “Niha li Hewlêrê bi destpêkirina prosesa dengdana giştî bo hilbijartinên parlementoya Iraqê min dengê xwe da. Dengdan maf, erke û berpirsyarî ye. Ez bang li welatiyên xoşewîst ên Herêma Kurdistanê û Iraqê dikim ku ewên xwedî mafê dengdanê ne, wî mafê bi kar bînin û erk û berpirsiyariyê bigirin ser xwe û bi awayekî çalak beşdarî dengdanê bibin, em hemû pêkve beşdarî guhertin û hewldanên avakirina paşerojeke baştir bibin.”

Nêçîrvan Barzanî got jî, “Ez hêviya birêveçûna proseyeke bêyî pirsgirêk û serkevtina dengdan û rojeke xweş ji bo we hemûyan dixwazim.

Zêdetir bixwîne

06:23

Encamên destpêkê yên hilbijartina parlamentoya Iraqê

Wêne: Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo hilbijartina nûnerên xula pêncem a parlamentoya Iraqê, îro yekşemê xelk li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê diçe ser sindoqên dengdanê. 23 milyon û 986 hezar û 741 kesan, mafê wan ê dengdanê heye.

Proseya dengdanê îro demjimêr 07.00 destpê kir û binkeyên dengdanê dê heta demjimêr 18.00 vekirî bimînin.

Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, 3 hezar û 226 berbijêr rikaberiyê ji bo bidestanîna 329 kursiyên Parlementoya Iraqê dikin.

Iraq li ser 83 bazneyan hatiye dabeşkirin. Ji bo her bazneyekê kotayek ji bo jinan hatiye danîn. Herwiha 9 kursî ji bo kotaya pêkhateyên Kiristiyan, Şebek, Êzdî, Sabîe û Kurdên Feylî hatine terxankirin.

Li Başûrê Kurdistan û Iraqê bi giştî 55 hezar û 41 wêstgehên dengdanê hene û li her wêstgehekê 450 kesan mafê dengdanê heye.

Serokê Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Hilbijartinê dibêje, wan hemû amadekariyên xwe li hemû parêzgehan kirine ji bo parastina proseya dengdan û dengderan.

Hejmareke çavdêr û rojnamevanên naxwe ya û navdewletî, çavdêriya rûmala hilbijartin û bûyeran dikin û 800 çavdêr yên Netewên Yekbûyî, 715 çavdêrên welatan, 274 çavdêrên Yekîtiya Ewropa, tîmeke civaka welatên Erebî, 86 welat û rêxistin hatine vexwendin.

Herwiha 46 hezar û 888 çavdêrên navxwe, 207 hezar û 344 nûnerên aliyan, 498 ragihandinkarên navxwe, 305 ragihandinkarên navdewletî rûmal û çavdêriya hilbijartina parlamentoya Iraqê dikin.

Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, dengder dê li 8 hezar û 273 navendên dengdanê, dengên xwe bidin.

Serokê Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Hilbijartinên Iraqê, li kongireyeke rojnamevanî behsa plana xwe ji bo parastina asayişa roja dengdanê kir.

Ebdulemîr Şemerî, Serokê Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya Hilbijartinê, dibêje, “Yekîneyên me hemû amadekarî kirine. Aniha jî di asteke bilind de amade ne. Herwiha me hêz şandine ji bo parastina hemû parêzgehan. Weke hêza yesek a birêz fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar, li Lîwayên Bersivdana Bilez û Lîwayên Hêzên Taybet ên Artêşa Iraqê, hevdem Dezgeha Dijeterorê li parêzgehan, di erkê parastina asayişa hilbijartinê de, beşdar e. Hevahengî û hemahengiya hevbeş di navbera me û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan de, heye.”

Herwiha Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan jî daxwaz dike ku hemû welatî beşdariyê di dengdanê de bikin.

Celîl Ednan, Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan, dibêje, “Tiştê ku em dixwazin em bigihînin we û bi rêya we jî ji bo gelê Iraqê, ew e ku pêwîst e hemû, sibe 10/10 beşdar in, beşdariya berfireh, bi saya Xwedê, binemayek e ji binemayên serkeftinê. Em dixwazin aniha ji we re ragihînin ku jîngeha parastî li dengdana giştî hatiye dabînkirin, weke çawa di dengdana taybet de hate dabînkirin.”

Dengder li 8 hezar û 273 navendên dengdanê li Iraq û Herêma Kurdistanê, deng didin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê jî ragihand ku, 24 demjimêr piştî bidawîhatina proseya dengdanê, encamên giştî dê bên eşkerekirin.

Zêdetir bixwîne