Rêwaz Fayeq: Guhertinên mezin li Iraqê çêdibin

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku li gor rapirsî û encamên nefermî yên dengdana taybet guhertinên gelekî mezin di nexşeya siyasî ya Iraqê de çêdibin û bo Kurd û Kurdistaniyan jî got: “Divê bi yekrêzî biçin Bexdayê bo bidestxistina mafên xelkê Kurdistanê û cîbicîhkirina wan maddeyên destûrî ku di berjewendiya Kurdistanê de ne.”

Îro Yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq li bajarê Hewlêrê beşdarî proseya dengdanê bû û di civîneke çapemeniyê de got: “Em wek hemû welatiyên Herêma Kurdistanê ligel hevjîn û kurên xwe beşdarî proseya dengdanê bûn bo hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê.”

Seroka Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hemû welatiyên Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi taybetî û hemû welatiyên Iraqê kir ku beşdarî proseya dengdanê bibin bo hilbijartina nûnerên hêja û dilsozên xwe daku bandora wan di pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê,  pêkanîna Encûmena Nûnerên Iraqê û avakirina siberojê de hebe.

Li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal derbarê gelo bi vê hilbijartinê ti guhertinek di rewşa siyasî û nexşeya siyasî ya Iraqê de çêdibe û divê Kurd çi bikin daku şerê cîbicîhkirina maddeyên destûrî bikin û pirsgirêka butçe û mûçe çareser bikin, Rêwaz Fayeq got: “Ji hemû tiştekî girîngtir ku behs bikin niha encama hilbijartinan derneketiye, lê li gor rapirsiyan guhertinên gelekî mezin di nexşeya siyasî ya Iraqê de çêdibin, li gor encamên nefermî yên dengdana taybet guhertin guhertinên mezin nabin di nexşeya siyasî de bi giştî.”

Rêwaz Fayeq got: “Bo Kurd û Kurdistaniyan girîng e bi yekrêzî biçibn Bexdayê bo bidestxistina mafên xelkê Kurdistanê û cîbicîhkirina wan maddeyên destûrî ku di berjewendiya Kurdistaniyan de ne, ji ber di dawî de xala hevbeş a hemû aliyekî ew e ku berjewendiya xelkê Kurdistanê di ser berjewendiya hemû partiyên siyasî re ye.”