Encûmena xwecihî ya ENKSê ya Dêrikê civîneke awarte saz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Xwecihî ya li Dêrikê ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ve roja Yekşembê 9ê Cotmeha 2022an civîneke awarte lidar xist.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Encûmena Xwecihî ya Dêrikê ve hatine belavkirin, ew civîna awarte taybet bûye ji bo beşdariyeke aktîv di greveke jib bo piştgiriya li xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de ku biryar e îro Duşembiyê li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Li ser banga Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê biryar e îro Duşembê 10ê Cotmeha 2022an li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo grevek birêve biçe. Ew çalakî ji bo hevsozî û piştgiriya gelên Îranê ye li dijî hikûmeta Îranê.

ENKSê ragihandibû ku ew dê roja Duşembê 10ê Cotmeha 2022an li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo, ji bo hevsoziyê ligel malbata Jîna Emînî û pitgiriya bo gelên Îranê li dijî hikûmeta wî welatî, dest bi grevekê bikin.

Biryar wiha ye ku ew çalakiya li Qamişlo di demjimêr 11:00 de dest pê bike.