YNK: Em destxweşiyê li Serokê Herêma Kurdistanê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê YNKyê ragihand, "Em destxweşiyê li hewlên birêz Serokê Herêma Kurdistanê dikin û em bi nûçeya bidawîanîna dorpêça li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê kêfxweş in."

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gezneyî di daxuyaniyekê de got:

"Em kêfxweş in ku ragihandina ji nû ve destpêkirina geştan di demekê de ye ku navê Balafirgeha Silêmaniyê bi awayekî fermî wekî Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî tê guhertin."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Enqereyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya û li ser daxwaza wî qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê hat rakirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê kir û ragihand:

"Ev biryar di çarçoveya pêwendiyên xurt ên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê de ye.

Em piştrast in ku ev yek dê bibe alîkar ji bo bipêşxistina hevkariyê û di berjewendiya her du aliyan de be, bi taybetî jî ji bo welatiyên me yên li parêzgeha Silêmaniyê."

Tirkiyeyê cara yekem 3yê Nîsana 2023yan, bi hinceta zêdebûna çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) asmanê welatê xwe ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê re girtibû.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku Tirkiyeyê 6ê mehê ragirtina geştan a Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kiribû.

Berdevkê YNKyê her wiha anî ziman:

"Em wekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, destxweşiyê li hewlên birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikin û em bi nûçeya bidawîanîna dorpêça li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê kêfxweş in."