Li Mêrdînê şewat: Zarokek mir, 12 kes rakirin nexweşxaneyê
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê li avahiyekê şewat derket û ji ber dûmanê zarokek mir, 12 kes jî veguhastin nexweşxaneyê.
Şewat li Kolana 751ê ya Taxa Sanayiyê, li qata yekem a avahiyeke 3 qatî ji ber sedemeke nediyar derket.
Li ser agahdarkirinê gelek tîmên agirvemirandinê, polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên agirvemirandinê dîwar şikandin û kesên ku ji ber dûmana zêde di avahiyê de asê mabûn derxistin.
Tîmên tenduristiyê 13 kesên ku 6 ji wan zarok bûn bi ambulansan birin nexweşxaneyên li Qoserê.
Lê zarokê 5 salî yê bi navê Bekîr Ç. Li nexweşxaneyê mir.