Li Kirmaşanê otomobîlek qulibî: Dayîkek û 2 zarokên wê mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî Dalahûyê ya parêzgeha Kirmaşanê otomobîlekê qeza kir, 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Dalahû-Îslamawayê ya parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê qezayek çêbû.
Birêvebirê Polîsê Kirmaşanê Mehdî Caferî ragihand ku şofêrê otomobîl di xew re çûye.
Mehdî Caferî da zanîn di otomobîlê 5 kes hebûne û ew 3 rêwiyên mirine, du keçên 3 salî û 6 salî ne û dayîka wan e.
Her du kesên din jî bi giranî birîndar bûne û tîmên tenduristiyê ew birine nexweşxaneyê.
Li gorî amarên Saziya Tiba Dadî ya Îranê ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an herî kêm 20 hezar û 45 kesan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di qezayên trafîkê de mirine.