Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê diçe Amedê

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê dê biçin Amedê û guh bidin daxwazên xelkê.

Celal Firatê Parlamenterê DEM Partiyê ku di heman demê de endamê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ye ragihand ku Komîsyon dê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş 17ê mehê biçe serdana Amedê.

Celal Firat da zanîn ku Komîsyon dê li gel saziyên civaka sivîl û şaredariyan jî bicive.

Komîsyonê heta niha 14 civîn pêk anîne û tê payîn ku piştî serdanan dest bi amadekirina rapora pêşniyarên ji bo sererastkirinên yasayî bike.