Barzanî: Divê li Iraqê serjimêriya giştî were kirin

10-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, digel serokên fraksyonên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê civiya. Di civînê de tekez li ser wê hat kirin ku êdî nabe aliyên iraqî “bi ziman hejmar û pirranî” digel Herêma Kurdistanê bipeyîvin.

Îro (10.11.2013) li navçeya Selahedîn a Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî digel serokên fraksyonên hêz û partiyn Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê civiya.

Piştî civînê daxuyaniyek nivîskî hat dayîn û hat gotin ku hemû aliyên kurdî li hember qanûna hilbijartinên Iraqê yekhelwest bûn, her wiha hat diyarkirin ku tiştekî baş bû ku parlamenterên kurd nehîştin qanûna kevin a hilbijartinên Iraqê were pesendkirin lê ji ber zêdenekirina pişka êzîdî û feyliyan û Herêma Kurdistanê nerazîbûn hat nîşandan.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de hat tekezkirin ku divê hewla encamdana serjimêriya giştî li Iraqê bê dayîn û pîvan û prensîbên şirîkatî û lihevkirinê li Iraqê were rûniştandin û êdî aliyên iraqî bi zimanê hejmar û pirranî digel Herêma Kurdistanê nepeyîvin.

Her wiha hat zanîn ku di civîna îro ya Barzanî digel nûnerên kurd ên li Parlamentoya Iraqê de behsa wê jî hatiye kirin ku divê qaûna Encumena Federal û qanûna partiyên siyasî di demek kurt de were pesendkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst