Ormiye (Rûdaw) – Tê gotin ku girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan, pir nexweş e lê rayedarên girtîgehê nahêlin ew were dermankirin.
Çalakvana kurd Zeyneb Celaliyan, ku ev 8 sal in ji ber tohmetên siyasî ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye girtin, di girtîgehê de nexweş ketiye.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Celaliyan ku niha li girtîgeha bajarê Xoy de dimîne, rewşa wê ya tenduristiyê her ku diçe xirabit dibe lê rayedarên girtîgehê nahêlin ew were dermankirin.
Wê girtiya siyasî ya kurd daxwaza veguhestina xwe bo girtîgeha bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê kiriye lê daxwaza wê nehatiye qebûlkirine.
Zeyneb Celaliyan, destpêkê bi îdamê hatibû mehkûmkirin lê piştî ku saziyên navdewletî yên mafên mirov li dijî wê yekê derketin, cezayê wê yê îdamê bû cezayê girtina heta hetayî.
Celaliyan bi hêceta ku endama PJAKê bûye, hatibû girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse