Şingal (Rûdaw) - Ji ber nebûna aramiyê û xizmetgûzariyan û paqijnekirina nahiya wan ji mayînên çandî heta niha xelkê nahiya Gir Uzêr û gundên derdora wê, ne amade ne vegerin ser cih û malên xwe.
Li gor amaran piştî kontrolkirina nahiya Gir Uzêr ji aliyê Heşda Şebî ve, 30 welatiyan bi sedema mayînan canê xwe ji dest dane.
Piraniya awareyên li kampa Serdeşt a li Çiyayê Şingalê xelkê nahiya Gir Uzêr in û çar sal in ew li benda vegerê ne.
Welatiyekî ji Gir Uzêr diyar kir ku gundên wan tijî bombe ne, mirov dema diçin ber xaniyê xwe nizanin dê çi wext biteqe, ji ber vê yekê venagerin gundê xwe, ewlehî tine, divê hikûmet xizmetguzariyan bigihîne û paqij bike.
Berpirsên xwecihî yên wê nahiyê jî dibêjin hikûmetê biryar daye ku sê projan li Gir Uzêr bi cih bike û bal dikişînin ser wê yekê ku kêmtir ji du heftiyên din ewê dest bi paqijkirina wê navçeyê ji mayînên çandî bikin.
Nahiya Gir Uzêr dikeve başûrê Şingalê ji sê komelgeh û 10 gundên mezin pêk tê, û li gor amarên ne fermî beriya hatina DAIŞê nêzîkî 100 hezar Kurdên Êzdî li wê navçeyê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse