Nivîskarê Kurd ê ji Dêrsimê Mehmet Çetîn koça dawî kir

10-11-2020
RÛDAW
Nîşan Mehmet Çetîn Dêrsim Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û nivîskarê Kurd Mehmet Çetîn bi sedema nexweşiya pençeşêrê li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawî kir.

Helbestvan û nivîskarê Kurd ê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Mehmet Çetîn ev heyamek bû tûşî nexweşiya şêrpençê bûbû û çareserî werdigirt.

Lêbelê Mehmet Çetîn ku piştî rewşa wî giran bûbû bo Nexweşxaneya Şişli Memorial a li Stenbolê hatibû veguhastin û li wir dihat dermankirin, duh koça dawî kir.

Mehmet Çetîn ê 65 salî di salên xwendekariya xwe de ji ber raman û çalakiyên xwe yên siyasî demeke dirêj di girtîgehê de mabû û paşê neçar mabû ku berê xwe bide Ewropayê û li welatê Holandayê bicih bibû.

Piştî salên dûr û dirêj ji xebatên di warê çand û hunerî de, Çetîn vegeriyabû Bakurê Kurdistanê û dema xwe li Dêrsimê derbas dikir. Çetîn piştî hejmereke berhemên bi zimanê Tirkî, van salên dawîn berhemên xwe bi Kurdî dinivîsandin.

Helbestvanekî din ê ji Dêrsimê Nesîmî Aday li ser koça dawî ya Çetîn ji Rûdawê re ragihand ku Dêrsimê rewşenbîrekî xwe yê gelek girîng ji dest da.

Aday aşkere jî kir ku bi mercê pabendbûna bi rêkarên xweparêziyê dê merasîmek ji bo Çetîn li Stenbolê bê sazkirin û diyar kir ku dê hejmareke zêde ya hunermend û nivîskaran di merasîmê de beşdar bin.

Mehmet Çetîn sala 1955an li navçeya Pulur a Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûbû û piştî salên 70yî dest bi nivîsandina çîrok û helbestan kiribû.

Çetîn di salên xwendekariya zanîngehê de ji ber xebatên xwe yên siyasî biryara lêgerînê li ser wî hat dayîn û sala 1981an di operasyoneke li dijî TKP(ML) de hat desteserkirin û rastî îşkenceyên giran hat û bo dema 8 salan di zindanê de ma.

Di wê heyama ku girtîbû, Çetîn giraniya xwe da ser xebatên edebî û yekem berhema xwe jî di zindanê de nivîsand.

Mehmet Çetîn bi berhama xwe ya helbestan a bi navê `Biragizdan` bal kişand û di sala 89an de Xelata Helbestê ya Enver Gokçe wergirt. Herwiha Çetîn heman salê bi pirtûka xwe ya bi navê `Asmîn` hêjayî Xelata Çîrokê ya Tirkiyê ya Guneş hat.

Mehmet Çetîn heta niha 150 berhem nivîsandin û edîtoriya hejmareke kovar û pirtûkan kir. Çetîn berhemên xwe bi zimanên Kurdî (Kirmanckî) û Tirkî dinivîsand û ji sala 1996an ve li Holandayê dijî.

Mehmet Çetîn roja 11ê Mijdarê demjimêr 12.00an dê li Cemxaneya Garîp Dede bi merasîmekê bo Dêrsimê bê oxirkirin û li bajarê xwe bin axê bê spartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst