Li Kirmaşanê qezayeke giran: 5 mirî, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 5 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Birêvebirê Parastina Sivîlan a Parêzgeha Kirmaşanê Mesûd Qelespîdî ragihand ku qeza doh piştî nîvro saet 14:46an li ser rêya sereke ya Kirmaşan - Bêstûnê li nêzîkî benzînxaneyekê çêbûye.

Di qezayê de tomobîleke taybet û barhilgirek li hev qelibîne.

Mesûd Qelespîdî got, “Di qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn.”

Mesûd Qelespîdî her wiha da zanîn tîmên tenduristiyê birîndar birine Nexweşxaneya Taleqaniyê ya bajêr.

Di 6 mehan de 300 kes mirine

Li gorî raporeke ku Birêvebiriya Giştî ya Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Kirmaşanê 28ê Çiriya Pêşîn belav kiribû, "Di 6 mehên dawî de li parêzgeha Kirmaşanê 300 kes di qezayên trafîkê de mirine û zêdetirî 7 hezar kesan jî birîndar bûne."