Nasnameyên 5 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 5 gerîlayên ku canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, her 5 gerîlayan 30ê Îlona 2024an li Metînayê di êrişa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Agahiyên li ser nasnameya her 5 gerîlayan bi vî rengî ne:

Laşer Gever: Navê wî yê fermî Emîrcan Oztunç e, ji Colemêrgê ye. Navê dêya wî Şehrevan û navê bavê wî Hecî ye.

Arvîn Baz Amed: Navê wê yê fermî Zîlan Bayer e, li Qeyseriyê hatiye dinê bi eslê xwe ji Wanê ye. Navê dêya wê Aycan û navê bavê wê Esfet e.

Arjîn Besra Varto: Navê wê yê fermî Hasîbe Karataş e, ji Mûşê ye. Navê dêya wê Besra û navê bavê wê Fatîh e.

Delîla Amed: Navê wê yê fermî Zîndan Temîz e, ji Amedê ye. Navê dêya wê Fatma û navê bavê wê Nesrullah e.

Adil Bilikî: Navê wî yê fermî Lokman Urun e, ji Şirnexê ye. Navê dêya wî Bahar û navê bavê wî Metîn e.