Li Riha û Xarpêtê qeza: 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Îro li bajarên Riha û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê du qezayên giran ên trafîkê qewimîn.
Di encama van qezayan de bi giştî 2 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.
Dayik û zaroka wê ya 7 mehî mirin
Li parêzgeha Xarpêtê, otomobîlekê ku li ser rêya Elezîz-Meletiyê diçû ji kontrolê derket û li stûna elektrîkê û darên kêleka rê da.
Di encama qezayê de Songul Tutunena 41 salî û zaroka wê ya 7 mehî mirin.
Her wiha 4 kesên din ên di otomobîle de birîndar bûn.
Tîmên tendursitiyê ew birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.
Li Rihayê qeza: 4 birîndar
Li navçeya Karakopruyê ya Rihayê jî li ser Kolana GAPê qezayeke zincîreyî qewimî.
3 otomobîl li hev qelibîn.
Otomobîlek piştî ku li bariyeran qelibî, derbasî aliyê din ê rê bû û li du otomobîlên din qelibî.
Di vê qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku rewşa 3 birîndaran giran e û tîmên tenduristiyê ew bi lezgînî veguhastin nexweşxaneyên bajêr.
Li ser her du qezayan jî lêpirsîn hatine destpêkirin.