Nêçîrvan Barzanî: Çarenivîsa welat û pêkanîna destûrê bi dengê we tê diyarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bangî welatiyên Kurdistanê kir ku bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku beşdariya berfireh dê pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdayê bihêztir bike.
Sibe li Îraq û Herêma Kurdistanê dê hibijartinên Parlamentoya Îraqê bên kirin.
Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinan peyamek belav kir û dengdan wekî maf, erk û berpirsiyariyeke neteweyî bi nav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku ku çarenivîs û paşeroja welat, pêkanîna destûrê û bihêzkirina sîstema federalîzmê, bi beşdarî û dengê welatiyan ve girêdayiye.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku divê welatî bi dengê xwe yê azad qonaxa paşerojê ya pêvajoya siyasî ya Îraqê diyar bikin û ji bo bidestxistina aramî û xizmetguzariyên baştir bibin alîkar.
Serokê Herêma Kurdistanê got, "Beşdariya we ya berfireh di dengdanê de dê cihê Herêma Kurdistanê li Îraqê xurtir bike û dengê we li Bexdayê wêrektir bike."
Nêçîrvan Barzanî her wiha anî zimên ku beşdariya hilbijartinan peyameke zelal e û pabendbûna gelê Kurdistanê bi demokrasî, jiyana hevpar û diyalogê nîşan dide.
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a peyama xwe de, bangî aliyên pêwendîdar kir ku bi berpirsiyarî û profesyonelî pêvajoya dengdanê bi awayekî azad, bê kêmasî û aram birêve bibin.
Nêçîrvan Barzanî her wiha ji partiyên siyasî xwest ku li gorî yasayan tevbigerin û ji bo serkeftina pêvajoyê alîkariya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de, careke din teqezî li ser girîngiya her dengekî kir û got, "Her dengek ji bo Kurdistanê girîng e. Deng bidin û di nexşandina paşeroja xwe û welatê xwe de beşdar bibin."