Ajaldarên Mûşê ji hewaya germ kêfxweş in
Navenda Nûçeyan - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistaqnê ji bo ku germahiya hewayê ji ya demsalê zêdetir e ajaldar heywanên xwe dibin cihên çêrê û ji ber vê jî kêfxweş in.
Dema hewa bê baran û germ derbas dibe herî zêde ajaldar bi şa dibin.
Xwediyê pez Cuneyt Bozyigit ku gundeke Mûşê, Tandoxanê dijî di daxuyaniya xwe da got ji ber ku germahiya hewayê li gor demsalê germ derbas dibe heywanên xwe derdixin û diçêrînin.
Cuneyt Bozyigit diyar kir ku di saya vê de ji giha û kayê teserufê dikin û wiha axivî: "Îsal berf derengî ket û hewa germ e ji ber vê bihayê giha û kayê hinekî daket. Em hê jî heywanên xwe li mêrgan diçêrînin.”
Welatiyê bi navê Abdullah Kurtoglu ku ew jî xwedî ajal e got: "Em hatine nîvê meha berfanbarê lê belê hê jî heywanên xwe diçêrînin. Berf çiqasî dereng bibare em dikarin ewqasî heywanên xwe biçêrînin. Par berf zû barî û zivistanê zû dest pê kiribû. Ji ber vê ajaldaran di dîtina alif da tengasî kişandibûn. Îsal tengasiyeke me ya wisa nîne."