Li Qersê ji ber berfê rêyên 17 gundan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê rêya 17 gunda hatiye girtin û dest bi kar û xebatên vekirinê hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Îdareya Taybet a Qersê, şeva borî li navenda bajêr û navçeyên Dîgor û Qamûşanê berfeke zêde ketiye û çûn û hatina 17 gundan rawestiyaye.

Her wiha li navendê rêya gundekî, li navçeya Dîgorê rêya 3 gundan û li navçeya Qamûşanê jî rêya 13 gundan hatiye girtin.

Tîmên erkdar dest bi kar û xebatên paqijkirina rêyan kiriye.

Li gorî pêşbîniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, dê li herêmê barîna berfê bidome.