ROJHILAT - Aşûtê canê du kolberan stand

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê du kolber di bin aşûtê de man û canê xwe ji dest da.

Du kolberên Kurd ên ji bajarê Urmiyeyê bi navên Mesûm Ehmedî û Candar Ehmedî li herêma Somay Biradostê bûn qurbaniyên aşûtê.

Mesûm Ehmedî û Candar Ehmedî ku pismamê hev in, xelkê gundê Kûranê Urmiyeyê bûn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, bûyerê li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê rû daye.

Kolberek rizgar bû

Li gorî gotina çavkaniyeke agahdar, kolberekî din jî ku bi wan her du kolberan re bûye kariye xwe rizgar bike û vegere.

Her sal bi dehan kolber ji bo debara jiyana xwe berê xwe didin çiyayên sînorî lê ji ber aşût, serma û gulebarana hêzên ewlehiyê dimirin an birîndar dibin.